Encameke balkêş hilbijartinên Belçîkayê dengên NV-Ayê yên ji Walonyayê ne.
Partîyê li Walonyayê jî namzet nîşan dan û ji herêmê 40,000 deng wergirtin.
Pisporên mijarê dîyar dikin, partîya flaman bi vê hemleya xwe dixwaze pirekê di navbera xwe û fransîaxêvan de ava bike.
Belçîka “yekşema-super” li dûv xwe hişt lê tevî vê jî nîqaşên di civakê de dewam dikin.
“Yekşema-super” 9ê hezîranê ye ku li Belçîkayê tevlî hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê yên federal û herêmî jî hatin lidarxistin.
Hilbijartinên ji bo Parlamentoya Belçîka û yên Walonya û Brukselê bû şahidê mezinbûna partîyên rastgir.
Herçî Flander bû, partîyên rastgir NV-A û Vlaams Belang demeke dirêje hema hema nîvê parlamentoya herêmî pêk tînin.
Encameke din a balkêş hilbijartinên Belçîkayê dengên NV-Ayê ya li Walonyayê ye.
Ji ber ku Walonya û Flander bi xetên zimanî yên tund ji hev hatine veqetandin.
Loma her partî di hilbijartinên federal de di herêma xwe de namzet nîşan dide.
Lê vê carê NV-A li Walonyayê jî namzet nîşan dan û ji herêmê 40,000 deng wergirtin.
Ev encam ji aliyê gelek polîtologan surprîz hat dîtin.
Ji lew re NV-A partîyeke netewepest a flaman e û serxwebûna Flanderê daxwaz dike.
Partî ji bo dijwarîya pêkhatina serxwebûnê, konfederalîzmê wekî qonaxeke maqûl a daxwazên xwe pêşkêşî civakê dike.
Bi konfederalîzmê armanc ev e, piranîya erkên di destên hukumeta federal de dewrê Flander û Walonyayê bê kirin.
Konfederalîzm û reform
NV-A divê di meseleya konfederalîzmê de alîyê frankofonan an ku walonan qanih bike.
Guherînên sîstema siyasî ya Belçîkayê encax bi du par ji sê parên dengên Parlamentoya Federal pêkan e.
Di vê kontekstê de, tevlîbûna NV-Ayê di hilbijartinên li Walonyayê û girtina bi dehezaran denga,n watedar tê dîtin.
Pisporên mijarê dîyar dikin, partîya flaman bi vê hemleya xwe dixwaze pirekê di navbera xwe û fransîaxêvan de ava bike.
Elbet, armanca vê pira sîyasî qanihkirina walonan a ji bo reformeke din a sîstema Belçîkayê ye.
—————————————————
Foto: Ala Walonyayê
Infowelat