Serokwezîrê Belçîkayê îstifa kir

Encamên hilbijartinên roja yekşemê li Belçîkayê hukumetê hilweşand.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo piştî têkçûna partîya wî Open VLD îstîfaya xwe ragihand.

Encamên hilbijartinên roja yekşemê li Belçîkayê hukumetê hilweşand.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo piştî têkçûna partîya wî Open VLD îstîfa kir.

De Croo piştî eşkerekirina encaman derket pêşîya kamareyan û çav bi hêsir îstîfaya xwe ragihand.

Open VLD (Lîberal û Demokratên Flaman) tevlî 6 partîyên din hukumeta koalîsyonê ava kiribû.

Partîya flaman N-VA piranîya dengan bi dest xist û carek din bû partîya herî mezin a Belçîkayê.

Hilijartinên herêmî jî di heman rojê de tevlî yên Belçîkayê hatin lidarxistin.

VA û Vlaams Belang her yej ji wan 31 kursîyên Parlamentoya Flaman bi dest xistin.

Hilbijartinên Flanderê

Partîya Vlaams Belanga rasta radîkal a flaman temsîl dike, berevajîya texmînan nekarîbû bibe partîya yekemîn a herêma Flanderê.

Tevî ku Vlaams Belang li Flanderê ji % 22 û li tevahîya Belçîkayê ji % 14ê dengan girtin, nikare di hukumetan de cî bigire.

Ji ber ku xeta îdeolojîk a vê partîyê li ser rasîsmê û dijberîya penaberan hatîye avakirin, sîyaseta sereke ya li Belçîkayê ew tecrîd kirîye.

—————————————-

Foto: Serokwezîrê Belçîkayê Alexander de Croo/X.com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …