Belçîka li benda hukumeta federal e

Encameke serkeftina MRyê ya li Walonyayê herî zêde wê bi kêrî partîya flaman NV-Ayê were.

NV-A û MR ji alîyê îdeolojîk ve nêzîkî hev in û ev jî îhtimala hukumeteke federal a di navbera her partîyan de xurtir dike.

Hilbijartinên Belçîkayê ku tevlî yên ji bo Parlamentoya Ewrûpayê hatin lidarxistin, panoramaya sîyasî ya Belçîkayê guherandin.

Piştî demeke dirêj, cara ewil partîyên rastgir li her du herêmên welêt bi ser ketin.

NV-A û Vlaams Belang ku her du jî serxwebûna Flanderê dixwazin, bi hev re nêzîkî ji % 50yî dengan wergirtin.

Lê ji ber ku Vlaams Belang polîtîkayên rastgir ên radîkal diparêze, hevkarîya her du partîyan a ji bo hukumeteke serxwebûnxwaz a Flanderê ne pêkan e.

Ev demeke dirêje çi partîyên fransîaxêv çi jî yên holandîaxêv vê partîyê ji alîyê sîyasî ve tecrîd kirine û nahêlin tevlî hukumetan bibe.

Herçî herêma fransîaxêv Walonya ye, partîya rastgir MR li vê herêmê bû hêza yekemîn.

Ji ber ku bi dehan salane Walonya ji aliyê Partîya Sosyalîst (PS) ve dihat birêvebirin, vê encamê wekî surprîzeke sîyasî tê qebûlkirin.

Encameke serkeftina MRyê ya li Walonyayê herî zêde wê bi kêrî partîya flaman NV-Ayê were.

NV-A û MR ji alîyê îdeolojîk ve nêzîkî hev in û ev jî îhtimala hukumeteke federal a di navbera her partîyan de xurtir dike.

NV-A di asta federal de bi salane nedixwest bi PSyê re hukumetê ava bike û lewma jî her car di mixalefetê de dima.

Vê partîyê cara dawî du 2014an de bûbû parçeyeka hukumeta Belçîkayê.

NV-A vê carê dixwaze bi rêya tevlîbûna hukumetê sîstema Belçîkayê biguherîne û konfederalîzmê ava bike.

Nexşeya Belçîkayê/Wikipedia

Di konfederalîzma vê partîyê de erkên hukumeta federal transferê Flander û Walonyayê tê kirin.

Bi vê modelê, her du herêmên navborî di bin banê Belçîkayeke lawaz de cîyê xwe digirin.

Lêbelê ji bo pêkhatina konfederalîzmê divê partîyên Walonyayê bên qanihkirin da ku reforma NV-A difikire veto nekin.

———————————————————-

Foto: Ala Belçîkayê 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şaredarê Stenbolê hat girtin

A.Rahman Çelîk Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku çend roj in di çav de bû, hat …