Kaledonyaya Nû dîsa li nava hev ket

Kaledonyaya nû piştî demeke kurt a aramîyê careke din li nava hev ket.

Sebeba vê pêla şîdeta dawî biryara Fransayê ya transferkirina kesên hatibûn destgîrkirine.

Rêveberîya giravê, serxwebûnxwazên di operasyona dawî de hatibûn girtin, duh şandibû Fransayê.

Kaledonyaya Nû piştî demeke kurt a aramîyê careke din li nava hev ket.

Li hin deverên giravê barîkat hatin danîn, navendeke polêsan û avahîya şaredarîyekê rastî êrîşê hatin.

Sebeba vê pêla şîdeta dawî biryara Fransayê ya transferkirina kesên hatibûn destgîrkirine.

Rêveberîya giravê, serxwebûnxwazên di operasyona dawî de hatibûn girtin, duh şandibû Fransayê.

Serdozgerê Kaledonyaya Nû Yves Dupas, sebeba vê kiryarê, bi “hesasîyeta proseya darizandinê” îzeh kiribû.

Serokê CCAT (Cellule de Coordination des Actions de Terrain) Christian Teinê û çend kesên din ên serxwebûna giravê dixwazin, di 19ê hezîranê de hatibûn girtin.

Kesên hatibûn girtin rastî sûcdarîya birêxistinkirina serhildana gulanê hatibûn.

Serhildana di 13ê gulanê de dest pê kiribû, li hemberê qanûneke Fransayê ku mafê dengdanê dida 24,000 kesan hatibû lidarxistin.

Di serhildanê de 9 kes hatibûn kuştin û perwerdehî jî tê de gelek xizmetên gelemperî hatibûn sekinandin.

Di encama serhildanê de Fransa qanûna nîqaşbar betal kiribû.

Fransa 17,000 km dûrî Kaledonyaya Nû ye û welatparêzên li giravê vê kiryayê wekî domansina polîtîkaya kolonyal a Parisê qebûl dikin.

—————————————–

Foto: Berxwedana dawî ya serxwebûnxwazên kanak/X.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …