NV-A Belçîkaya konfederal daxwaz dike

NV-A ku li Belçîkayê ji sindoqan wekî partîya herî mezin derket, dixwaze bi rêya reformê sîstema konfederalîzmê bê damezrandin.

NV-A partîyeke flamane e û serxwebûna herêma Flanderê daxwaz dike.

Belçîkaya hilbijartinên federal li dûv xwe hişt, li benda hukumeta xwe ye.

Partîyên rastgir ku di hilbijartinan de bi ser ketin, namzetên herî xurt ên avakirina hukumetê ne.

Ji ber arîtmetîka Parlamentoya Federal, wekî hercar vê carê jî pêdivî bi hukumeteke koalîsyonê heye.

NV-A ku ji sindoqan wekî partîya herî mezin derket, ji bo gotûbêja li ser avakirina hukumetê ji alîyê Kralê Belçîkayê ve hat vexwendin.

Pisporên sîyasî radihihînin, du partîyên din ên flaman CD&V û Vooruit û du partîyên fransîaxêv MR, Les Engages dikarin tevlî vê hukumetê bin.

Herçî NV-A ye, serxwebûna herêma Flander a ji Belçîkayê daxwaz dike.

NV-A konfederalîzmê wekî qonaxekê ber bi serxwebûnê pênase dike û ji bo pêkhatina wê hewl bide.

Bi konfederalîzmê armanc ev e, du dewlet (Flander û Walonya) bên damezrandin û her du dewlet Belçîkayê bi rê ve bibin.

Nexşeya ziman a Belçîkayê. Sînorên Flander û Walonyayê ji ber sînorên ziman hatine çêkirin/Institute Destree

Ji ber israra sîyaseta flaman heta niha li Belçîkayê 6 reformên dewletê pêk hatine.

NV-A dixwaze reforma 7. pêk were û bi vê re jî konfederalîzm bê qebûlkirin.

Aborî yek ji sebeba sereke ye li paş daxwazên konfederalîzm û serxwebûnê yên NV-Ayê .

Flander, di çarçoveya piştgiriya di navbera herêman de  de her sal 8 milyar euroyî transferê Walonyayê dike.

NV-A tevlî partîya rasta radîkal a flaman Vlaams Belangê dixwaze dawî li vê transferê bê anîn.

—————————————

Foto: Serokê NV-Ayê Bart de Wever/© N-VA /N-va.be

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mezlûm Ebdî bi Nêçirvan Barzanî re civîya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi Serokê Herêma Federal a Kurdistanê …