Federasyona Walonya-Brukselê biryara kontrola siyasetê da

Herêma Walonya ya li Belçîkayê kontrola xwe ya li ser butçeya parlamentoya herêmî dişidîne.

Biryara venêrîna pereyê ji bo parlemenê tê terxankirin, ji aliyê Federasyona Walonya-Brukselê ve hate dayîn.

Herêma Walonya ya li Belçîkayê kontrola xwe ya li ser butçeya parlamentoya herêmî dişidîne.

Biryara venêrîna pereyê ji bo parlemenê tê terxankirin, ji aliyê Federasyona Walonya-Brukselê ve hate dayîn.

Federasyonê diyar kir, armanc ji tedbîrên wê bên girtin ev e, di meseleya lêçûyinên parlamentoyê de şefafî pêk were.

Yek ji armanca kontrola jidandî jî pêşîgirtina bikaranîna şexsî û nelirê ya fonên herêmî ne.

Çav li rêye ev biryar wê ji niha û pê ve bandoreke pir mezin li Parlamentoya Federasyona Walonya-Brukselê bike.

Di çarçoveya tedbîran de civînên ji bo diyarkirina butçeya parlementoyê wê ji raya giştî re vekirî be.

Parlamentoya Federasyona Walonya-Bruksel. Ev sazî di meseleyên çandî û civakî de dikare biryaran bigire.

Beriya niha, endamên civakê Walon û Brukselê nekarîbûn tevlî civînên derbarê vê mijarê de bibin.

Piştî biryara butçeyê bê dayîn, vê carê wê ji sê mehan carekê ofîsa parlamentoyê ji bo pereyên hatine xerckirin agahiyan biweşîne.

Yek ji tedbîrên din jî derbarê kontrola butçeyê ya ji aliyê dadgehê ye.

Federasyona Walonya-Brukselê wê êdî dokumanên hesabê xwe yê pereyan pêşkêşî Dadgeha Venêrîna Darayî ya Belçîkayê bike.

Profîla Walonyayê

Walonya herêma fransîaxêv a li başûrê Belçîkayê ye ku nifûsa wê bi qasî 3.6 milyon e.

Erdên vê herêmê 16,845 km2 ye bi vê taybetiya xwe Walonya herêma herî mezin a Belçîkayê ye.

Walonya di dema şoreşa sanayiyê de piştî Brîtanyayê welatê herî li pêş ê Ewrûpayê bû.

Lê di dawiya sedsala 19. û di destpêka sedsala 20. de gav bi gav girîngiya sanayiya li ser bingeha komir û hesin bilind dibû kêm bû.

Ev jî bû sebeb aboriya Walonyayê xera bibe û herêma Flaman a Belçîkayê têkeve pêşiya Walonyayê.

Federasyona Walonya-Brukselê

Ev federasyon nûnera yek ji sê civakên ziman ên Belçîkayê ye û ji bo welatiyên bi fransî diaxivin polîtîkayê dike.

Walonya bi berfirehbûna erdên xwe herêma herî mezin a Belçîkayê ye. Herêm bi fransî diaxive û paytexta wê Namur e.

Federasyon di 2011’an de ji aliyê herêmên Walonya û Brukselê ve hate damezrandin.

Ev sazî 3.6 milyon li Walonyayê û li derdora milyonekî li Brukselê, bi qasî 4.6 milyon kesên fransîaxêv temsîl dike.

Parlemantoya Federasyona Walonya-Brukselê piranî xwedî erkên mijarên çandî û civakî ye.

Bi gotinek din, parlamento dikare di meseleyên ziman, perwerde, malbat û tenduristiyê de biryaran bide.

 

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …