Denmarkî hukumeta xwe hildibijêrin

Li Denmarkê serokwezîra ji Partiya Sosyal-Demokrat Mette Frederiksen hêvî dike careke din were ser kar.

Anketên dawî nîşan didin wê Partiya Sosyal-Demokrat bibe hêze herî mezin a siyasî.

Lê digel vê jî ji niha ve ne diyare ka wê Frederiksen bikaribe hukumetê ava bike an na.

Li welatê li bakurê Ewrûpayê Denmarkê îro hilbijartina giştî tê lidarxistin.

Serokwezîra ji Partiya Sosyal-Demokrat Mette Frederiksen hêvî dike careke din were ser kar.

Ji ber kiryarên wê yên dema şewma koronayê û zêdebûna buhayê enerjiyê, ev hilbijartin ji bo serokwezîr wekî dengdaneke pêbaweriyê tê qebûlkirin.

Anketên dawî nîşan didin wê Partiya Sosyal-Demokrat bibe hêze herî mezin a siyasî.

Lê digel vê jî ji niha ve ne diyare ka wê Frederiksen bikaribe hukumetê ava bike an na.

Ji ber ku 24 ji % hilbijêran hîn tercîha xwe ya ji bo partiyekê nekirine.

Li aliyekî din, serokwezîrê berê Lars Lokke Rasmussen wekî reqîbê Frederiksen derdikeve pêş.

Mette Frederiksen. Serokwezîra herî ciwan a dîroka Denmarkê di 2019’an hatibû ser kar.

Rasmussen lîderê partiya lîberal Moderaterne ye û vê partiyê gav bi gav desteka xwe ya civakî zêde dike.

Li gorî anketan, dengê vê partiyê li derdira 10 ji % ye û ev jî dibe sebeb, Moderaterna di muzakereyên ji bo koalîsyonekê de bibe xwedî gotin.

Kuştina bi milyonan kûzeyan 

Serokwezîr Mette Frederiksen ji ber biryarên wê yên di dema şewbê de di demên dawî de rastî rexneyên giran hatin û ev jî derî li vê hilbijartinê vekir.

Frederiksen ji ber vîrusa Covidê di nava wan de belav bûbû, biryara kuştina bi milyonan kûzeyan dabû.

Ev komkujî di nava welêt de rastî mixalefetê hatibû û zextên li ser hukumetê gav bo gav mezin bûbûn.

Frederiksen ji ber vîrusa Covidê di nava wan de belav bûbû, biryara kuştina bi milyonan kûzeyan dabû.

Ev komkujî di nava welêt de rastî mixalefetê hatibû û zextên li ser hukumetê gav bo gav mezin bûbûn.

Herwiha di demên dawî de ji ber encamên şerê Ûkraynayê li welêt buhayê enerjiyê bilind bûbû û bi giştî mercên debarê xera bûbûn.

Ev jî bûbû sebeba duyemîn ku derî hilbijartina dawî vekiribû.

Polîtîkaya penaberiyê

Di proseya dengdanê de yek ji mijarê herî zêde derdikeve pêş polîtîkaya penaberiyê ya hukumeta Frederiksen e.

Hukumeta Frederiksen li nava welêt li hember penaberiyê tedbîrên gelek hişk dimeşîne û mafê îkametê nade gelek penaberan.

Li aliyekî din, hukumetê ji bo qismeke penaberan bişîne derveyî welêt, bi Rwandayê deklerasyoneke hevpar îmze kiribû û ev jî li welêt rastî reaksiyonên mezin hatibû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …