NATO Fînlandîzasyonê bi dawî kir

Êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê li Ewrûpayê bi bayê bezê dibe sebeba guherînên mezin ên siyasî.

Yek ji encamên şerê li vî welatî berfirehbûna NATO’yê ya ber bi Îskandînavyayê bû.

Fînland çend roj berê bû endamê 31. ê NATO’yê.

Êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê li Ewrûpayê bi bayê bezê dibe sebeba guherînên mezin ên siyasî.

Yek ji encamên şerê li vî welatî berfirehbûna NATO’yê ya ber bi Îskandînavyayê bû.

Swêd û Fînland dawî li polîtîkaya xwe ya bêalîbûna leşkerî anîn û ji bo endamtiyê serî li NATO’yê dan.

Swêd rastî bazara qirêj a Tirkikeyeyê hat û proseya endamtiya wê hate astengkirin.

Lê belê Fînland vê astengiyê li dûv xwe hişt û çend roj berê bû endamê NATO’yê.

NATO bi riya Fînlandê, bi Rûsyayê re bû xwedî sînorê herî dirêj.

Kurteçîroka NATO’yê

Rêxistin piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1949’an de ji aliyê 12 welatên endam ve hate damezrandin.

NATO Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê ye ku di navbera DYA, Kanada û hin welatên Ewrûpayê de hatiye îmzekirin.

Rêxistin piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1949’an de ji aliyê 12 welatên endam ve hate damezrandin.

Bi dûv hilweşîna Yekitiya Sovyetê, NATO bi endamên nû berfireh bû û di 1999’an de Polonya, Hûngarya û Çekya girte nava xwe.

Di 2004’an de vê carê Bûlgarîstan, her sê welatên Baltikê, Romanya, Slovakya û Slovenya bûn endamê NATO’yê.

Ji bilî van, du welatên Balkanan Montenegro û Bakurê Makedonyayê di 2017 û 2020’an de bûn endamên rêxistinê.

Cara dawî, rêxistinê bi endamtiya Fînlandê hejmara endamên xwe gîhand 31’ê.

Niha, Swêd, Bosna-Hersek, Gurcistan û Ukrayna ji bo endamtiyê li benda bersiva NATO’yê ne.

Li Ewrûpayê berfirehbûna NATO’yê. Çavkanî: NATO

Girîngiya Fînlandê

Aliyê herî girîng a Fînlandê sînorên wê yên dirêj ên bi Rûsyayê re ne.

Ev sînor, ji herêma Arktîkê heta Deryaya Baltikê bi qasî 1300 km dirêj e.

Aliyê herî girîng a Fînlandê sînorên wê yên dirêj ên bi Rûsyayê re ne.

Ev sînor, ji herêma Arktîkê heta Deryaya Baltikê bi qasî 1300 km dirêj e.

Ji ber endamtiya Fînlandê, Rûsya ji niha û pê ve neçar e hêzeke giran a leşker û çekan nêzîkî vî welatî bi cî bike.

Ev ê jî li ser aborî û kapasîteya leşkerî ya Rûsyayê bandorê bike.

Li aliyekî din, NATO wê bikaribe li Fînlandê radarên ku Rûsyayê dişopînin bi cî bike.

Herwiha opsîyoneke din a rêxistinê jî tetbîqatên leşkerî yên bi Fînlandê re ne.

Fînland digel nifûsa xwe ya biçûk a 5,5 milyonî, xwedî artêşeke xurt e ku hejmara wê 200,000’î ye.

Bı vê hêza leşkerî ya Fînlandê wê NATO li dijî Rûsyayê hîn bêtir xurt bibe.

Çi ye Fînlandizasyon?

Piştî Şerê Cîhanê yê II. Yekitiya Sovyetê destûrê neda Fînland bibe endamê tifaqa leşkerî ya NATO’yê.

Digel vê jî Fînland serxwebûna xwe parast û bi riya aboriya kapîtalîst bû parçeyeke sîstema welatên Rojava.

Fînlandbûyîn an Fînlandîzasyon proseyeke bêalîbûnê ye ku ji ber cîraneke hêzdar pêk tê.

Piştî Şerê Cîhanê yê II. Yekitiya Sovyetê destûrê neda Fînland bibe endamê tifaqa leşkerî ya NATO’yê.

Digel vê jî Fînland serxwebûna xwe parast û bi riya aboriya kapîtalîst bû parçeyeke sîstema welatên Rojava.

Di vê proseyê de Fînland bû pireke dîplomasiyê ya di navbera Amerîka û Yekitiya Sovyetê de.

Civînên di navbera her du hêzên gewre de li paytexta Fînland Helsînkiyê hatin lidarxistin.

Ev jî wekî Proseya Helsinkiyê hate binavkirin ku bi Peymana Helsinkiyê ya 1975’an a di navbera DYA, Yekitiya Sovyetê û 33 welatên Ewrûpayê de derket asta herî bilind.

Bi vê peymanê, aliyan li ser kontrolkirina Şerê Sar, rêzdariya ji bo sînorên heyî û çareserkirina aloziyan bi riyên aştiyane li hev kirin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …