Swêd li hember Tirkiyeyê xwe biçûk dixe

Swêd dike nake nikare ji bo endamtiya xwe ya NATO’yê vetoya Tirkiyeyê ji hole rabike.

Hukumeta Stocholmê bi armanca Tirkiyeyê memnûn bike gav li ser gavan  davêje.

Lê ligel vê jî dewleta tirk ji vê têr nabe û daxwazên xwe berfirehtir dike.

Swêd di 18’yê gulana 2022’an tevlî cîranê xwe Fînlandê serî li endamtiya NATO’yê da.

Bi vê gava xwe, welatê herî mezin ê Skandînavyayê dawî li polîtîkaya xwe ya bêalîbûnê ya 200 salî anî.

Stockholm li bende bû di demeke kurt de endamtiya wê ya ji bo rêxistina  leşkerî bê qebûlkirin.

Lêbelê hesabê malê û sûkê li hev derneketin û Tirkiye bi îhtiraza xwe ligel Fînlandê endamtiya Swêdê asteng kir.

Tirkiye ragihand, ji ber desteka wan a ji bo tevgera kurd endamtiya her du welatan a NATO’yê li hemberê ewlekariya wê xetere ye.

Û dûv vê re jî serokomarê tirk Tayip Erdogan ji bo endamtiyê, daxwazên xwe yên ji van welatan ragihand.

Ulf Kristersson. Serokwezîrê Swêdê ji ber sekna xwe ya li hemberê Tirkiyeyê li nava welat rastî rexneyan hat.

Daxwazên Tirkiyeyê

Dewleta tirk ji Swêdê daxwaz kir, bi hinceta ku 10 sal berê tevlî bernameyeke ji bo PKK’ê bûye wezîrekî xwe ji kar dûr bixe.

Erdogan di destpêkê de daxwaz kir, Swêd û Fînland ambargoya çekan a li dijî welatê xwe betal bikin.

Her du welat, ligel çend welatên din piştî êrişa wê ya 2019’an li dijî Rojava, ambargoya çekan ragihandibûn.

Swêd û Fînland di civîna NATO’yê ya li Madridê bi Tirkiyeyê re peymanekê îmzekirin û piştî vê ambargoya çekan betal kirin.

Lê Erdogan ev têr nedît û paşê ji Stocholm û Helsinkiyê daxwaz kir, xebatkarên têkoşîna kurd ên li ser erdên xwe teslîmî Tirkiyeyê bike.

Paşê Tirkiye dev ji Fînlandê berda û bi daxwazên nû berê xwe da Swêdê.

Dewleta tirk ji Swêdê daxwaz kir, bi hinceta ku 10 sal berê tevlî bernameyeke ji bo PKK’ê bûye wezîrekî xwe ji kar dûr bixe.

Paşê ji ber bernameyeke televîzyona Swêdê ya ku pêşkêşvan tê de bi Erdogan henekê xwe dikir, sefîrê vî welatî yên li Enqereyê hate hişyarkirin.

Lê belê ev jî têr nekir, kurtedemek berê Tirkiye ji Swêdê daxwaz kir meşa kurdan li Stockholê vekolîn bike û kesên vê meşê birêxistin kirine tespît bike.

Alex Schulman: Divê Ulf Kristersson destûrê nede Tirkiye ew biçûk bixe.

Alex Schulman çi got?

Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberê Swêdê li nava welat bû sebeba aciziyan û rewşenbîrên swêdî dest bi rexnekirina polîtîkaya hukumetê kirin.

Nivîskarê swêdî Alex Schulman ku di rojnameya Dagens Nyheter de dinivîse bi gotareke xwe bi tundî hukumeta Kristerson rexne kir.

Schulman di gotara xwe de got, serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ji bo Tirkiyeyê qanih bike di geşta xwe ya ewil a ji bo derveyê welêt de çû ye Tirkiyeyê.

“Di carekê de derket holê, tu problemên me bi Tirkiyeyê re tune ye û me dawî li ambargoya çekan anî. Û hemû komên ku Tirkiye wekî terorîst pênase kir, îro ji bo me jî bûne terorîst! Belê, me xwe biçûk xist.”

Schulman gotinên xwe wiha berdewam dike:

Alex Schulman. Nivîskarê rojnameya Dagens Nyheter di gotara xwe de polîtîkaya Swêdê ya ji bo Tirkiyeyê bi giranî rexne kir.

“Di carekê de derket holê, tu problemên me bi Tirkiyeyê re tune ye û me dawî li ambargoya çekan anî. Û hemû komên ku Tirkiye wekî terorîst pênase kir, îro ji bo me jî bûne terorîst! Belê, me xwe biçûk xist.”

Erdogan diçe Swêdê

Nivîskarê Dagens Nyheterê qala geşta Erdogan a Swêdê jî kir û got bi vê serdanê wê Swêd hîn bêtir biçûk bikeve.

Schulman gotinên xwe wiha dom kir:

Sê hefte şûn de wê Erdogan were Swêdê. Ev jî tê vê wateyê wê biçûkxistina Swêdê berdewam bike. Vê carê qralê Swêdê divê stûxwariyê berdewam bike û qralîçeya taca li serî serî bitewîne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …