Piştî Zaev Makedonya wê kîjan rotayê tercîh bike?

Wisa xuya ye wê piştî îstifaya Zoran Zaev, rekabeta siyasî ya li Makedonyaya Bakur  derkeve asta herî bilind û Bruksel û Moskow ji bo bandorê li tercîhên vî welatî bikin wê di nava hewldanan de bin.

Ji meha cotmehê û vir ve mixalefeta Makedonyayê ji bo serokwezîr Zoran Zaev îstifa bike, li ser wî zextan dikir.

Zaev jî li hember vê kampanyaya dijber hew deyax kir û  îstifaya xwe pêşkêşî parlemenê kir.

Bi vî awayî li Makedonyayê bû cara yekem, serokekî ku partiya wî hîn li ser kar e terka kursiya xwe kir.

Li gorî prosedûrên siyasî, piştî qebûkirina  îstifaya Zaev ji aliyê parlemenê,  divê di nava 10 rojan de hukumeteke nû ava bibe.

Makedonya Bakur û Herêma Makedonya ya li Yûnanistanê. Her du welat jî doza  mîrasgiriya Makedonyaya Îskenderê Mezin dikin.

Ji ber ku Partiya Sosyal Demokrat SDSMê ya Zaev di parlemenê de piraniyê pêk tîne, careke din wê karê avakirina hukumetê pêşkêşî wê bê kirin.

Serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaev ji 2017’an û vir ve li ser kar bû.

Wî di dema xwe de dostaniya Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê esas girt û Makedonyayê kir endamê NATO’yê.

Yek ji meseleyeke girîng ku Zaev çareser kir, krîza navê welêt ya bi Yûnanistanê re bû.

Zaev ji bo riya endamtiya Yekitiya Ewrûpayê veke, di 2018’an de bi serokwezîrê Yûnanistanê Aleksîs Çîpras re li hev kir û peymanekê îmze kir.

Zaev di dema rêvebiriya xwe de bi Albanya û Sirbistanê re jî têkiliyên xwe pêşxist û pêr li paytexta Albanya Tîranê bi serokomarê her du welatan re peymana Balkana Serbest îmze kir.

Zaev û serokwezîrê Yûnanistanê Aleksîs Çîpras bi Peymana Prespa a 2018’an dawî li aloziya di navbera her du welatan anî. Atîna bi navê nû re (Makedonyaya Bakur) hebûna cîranê xwe yê bakur qebûl kir. Hukumetên netewperst ên yûnan ji ber herêma Makedonyayê ya di nava erdên Yûnanistanê de hebûna dewleta nû ya li bakur înkar dikirin.

Dema piştî Zaev

Pisporên mijarê didin zanîn, piştî îstifaya serokwezîrê Makedonyayê wê partiya mixalif VMRO ji bo were ser kar hewldanên zêde bike.

Ev partiya netewperest li dijî endamtiya Yekitiya Ewrûpayê û NATO’yê û hevalbendiya Makedonya û Rûsyayê diparêze.

Wisa xuya ye wê di vê proseyê de rekabeta siyasî ya li vî welatî derkeve asta herî bilind û Bruksel û Moskow ji bo bandorê li tercîhên Makedonyayê bikin, wê di nava hewldanan de bin.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …