NATO ji bo Ûkraynayê civiya

NATO, ji bo Ûkraynayê dîsa kete hereketê

Wezîrên parastinê endamên rêxistinê li Brukselê kombûn

Rêxistina herî mezin a leşkerî NATO, Ûkraynayê vediguherîne depoya çekan.

Piştî alîkariya bi milyar dolaran, careke din endamên rêxistinê hewl didin sewqiyata çekan a ji bo vî welatî zêdetir bikin.

Bi armanca gotûbêja naveroka vê destekê, wezîrên parastinê yên welatên endam, duh li Brukselê li hev rûniştin.

Beriya civînê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg li navenda rêxistinê daxuyanî da çapemeniyê.

Stoltenberg derbarê civînê de ev agahî dan:

“Endamên tifaqê sîstemên parastina hewayî ji bo Ûkraynayê peyde kirin. Lê ev têr nake. Pêdiviya me bi cûreyên cihê yên parastinê yên wekî sîstemên menzîl kurt û menzîl dirêj heye. Ev ji bo parastina li dijî fuzeyên balîstîk, cruise û dronan lazim e.”

Beriya civînê daxuyaniyek din ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ve hate dayîn.

Piştî êrişa fuzeyan a Rûsyayê, vê carê Macron dabû xuyakirin, Fransa wê sîstemên parastina hewayî bişîne Ûkraynayê.

Emanuel Macron. Serokê Fransayê vê ligel soza 100 milyon euro destekê da Ûkraynayê.

Austin got, di dema bê de li Ûkraynayê rewş hîn bêtir xera dibe û lewma jî ew xwe amade dikin ji bo demeke dirêj alîkariyê bişînin vî welatî.

Çend roj berê jî serokê Fransayê Emanuel Macron di Civîna Civaka Siyasî Ewrûpayê ya li Pragê diyar kiribû, ew ê welatê wî ji bo Ûkraynayê foneke 100 milyon euroyî amade bike.

Piştî êrişa fuzeyan a Rûsyayê, vê carê Macron dabû xuyakirin, Fransa wê sîstemên parastina hewayî bişîne Ûkraynayê.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …