Ji niha ve bi xêra Ulyssesa me di navbera Ayrlendê û Kurdistanê de girêdaneke qayîm û neqetên çêbûye jî. Dostên me yên li Ayrlendê zêde dibin. Ayrlendê, wekî heqê min wergêrî, piştevaniyeke darayî jî da min, kerem û letafeta ku kurd çu caran layîqî hev du nabînin.
Pirtûka Ulyssesê ya James Joyce yek ji girîngtirîn berhemên wêjeya cîhanî ye. Ji ber şêwe û naveroka xwe berhemeke têra xwe grîft e. Ev pirtûka ji klasîkên cîhanê, hem ji bo wergêr û hem jî ji bo xwîner zahmetiyên wê pir in. Ulyssesa ku James Joyce li dijî kolonyalîzma Ingilîzan di sala 1924an de nivîsiye, tenê behsa rojekê dike ku -16 Hezîrana 1904- li Dublinê derbas dibe.
Salên dirêj in ku nivîskar û wergêr Kawa Nemir ji bo vê berhema ‘qerase’ wergerîne kurmanciyê, kar dike. Têkildarî Ulysses, James Joyce û derbarê rêwitiya wergera wê ya bi kurdî de Kawa Nemirî bersiva pirsên bianet kurdiyê da.
Nemirî diyar kir ku “Diyar e di nava 10 salên li ber me de rojeva min pê ve Finnegans Wake e û heke ez nemirim û bikarim wergerandina wê kuta bikim, wê hingê li Bakurê Kurdistanê dê kurmancî û kirmanckî jî nemîne jixwe.”
Piştî William Shakespeare, Walt Whitman, Ezra Pound, Emily Dickinson, William Blake, Stephen Crane, William Butler Yeats, Oscar Wilde, Sara Teasdale, T. S. Eliot, Sylvia Plath, Tennessee Williams, Langston Hughes, John Berger… – bi reqem nizanim te çend pirtûk wergerandine – û dawiya dawîn jî te James Joyce li wêjeya kurdî zêde kir. Ferqa di navbera wergera wan berhemên din û Ulyssesê de çi bû?
Bi yên çapbûyî û çapnebûyî ve bi tevayî min 106 pirtûk wergerandine kurdî, û bi qasî 8 hezar helbest, ku reqemeke pir normal e bo wergêrrekî profeşinal. Çendekên ji tirkî ne tê de, bêtirî 90 ji sedê wan ji edebiyatên ingilîzî, emerîkan û ayrlendî ne û hindek ji wan jî ji edebiyata Kanadayê ne. Bo nimûne, min ji Leonard Cohenê şa’ir, romannûs û stranbêjê gewre yê kenedayî jî gelek parçeberhem wergerandine. Berhemin jî hene ku min ji edebiyata Awustralyayê wergerandine. Bi vî awayî, min ji van edebiyatan gelek şa’ir û nûserên xwe yên hezkirî wergerandine, pêşî ji bo geşkirina şi’ra xwe û zewqa xwe. Hê nîvê wan jî nehatine çapkirin.
Ulysses di romannûsiya ingilîzan de nadîde ye
Vêca, bê guman, cîhana ku di Ulyssesê de diafire, sebaret bi Birca Martelloyê, birca ku tê de bilind dibe, bi qewamên xwe ve, zimanî ye. Wekî roman, Ulyssesê hema bêje çu peywendiya xwe nîne li gel şêweyê vegêrranê yê romana klasîk. Di mêjûya edebiyatê de Ulysses jêderka şok û matmayîna berdewam e, heçku bêtir ji her tiştê xwe, ji ber ku wêneyê nayab ê mirovên ji qismê reşexelq bi riya bîra Leopold Bloomê û Molly Blooma cihû û Stephen Dedalus bi şêweyekî nemir, komîk û diltezên nîgar dike. Ji ber wê yekê ye wekî dema ku pêşî li Emerîkayê di kovara The Little Reviewê de hat tefrîqekirin, tavilê xopan rakir, hêlehêla şorrişeke edebî bi xwe re anî.
Ev bûye 101 sal wext tê ve çûye, hê jî per û baskên vê şorişê tên vedan, heylo, ez bim, hela hê teze bi firê dikeve. Çima ku rê tê re tine wekî meriv vê tekstê tekmîl berawirdî teksteke dîtir a wê serdemê, beriya wê serdemê yan jî serdema niha bike. (Renge, ji layê tixûbşikênî û tixûbbezêniya wê ve, mirov wê berawirdî Tristram Shandyya (1767) Laurence Sterne bike.) Eyan e, romannûsiya ingilîzan, yan jî ya bi ingilîzî, gelekî mezin e û ta niha bi dehan hezaran romanên eseh roman hatine nivîsîn. Di nava wan hemûyan de ji layê ekstremiyê ve her dîsa Ulysses romana nadîde ye. Teb‘en ev xwe dispêre zîrekiya Joyceê ku esildanî zimannasekî mezin e ku xasezimanek afirandiye. Wî bi vê hêz û şiyanê çîrokek aniye mexderê û li bîra lehengên xwe bar kiriye ku bê navbirrî ber li xwe fireh dike. Erê ça’, di serê sedsala 20em de Virginia Woolfê jî teknîka şepola hiş bi kar aniye, lê belê Joyce tixûbên vê teknîkê bi şêweyekî sersûrhêl fireh kirine û peykerê pêşîn ê vê yekê jî Ulysses e. Ez bim, ferqa mezin ev e û Ulyssesa me çi qasî were xwendin, ev ê hê bêtir zelal bibe li ber çavan.
Min xwe ji wergerandina Finnegans Wakeê re çarçek kiriye
Lê Finnegans Wakea Joyce?
Finnegans Wake (bo niha ez dibêjimê, Hişyarbûna Finnegan, çi ka paşiya paşîn navê wê dê bibe çi…) romanek e ku wergerandina wê dikare berra berra wergêrê xwe bikuje, yan jî bîne halê mirinê. Çêdibe bes piştî wergerandina Ulyssesê wergêrrek bikare wê wergerîne. Ji par ve ye ez di wê qonaxê de me, li ser riya wê mirinê me, ku ev ‘elamkirina berra ya pêşîn e di vê hevpeyivînê de tê! Joyce ji bêtirî 60 zimanan peyv, biwêj û her wekî din tişt wergirtine û aniye ew pêka mebesta xwe bi kar anîne. Hesab li cem we! Ev jêwergiran jî giş bi xwe re birrek refirinsan pêk tînin. Te dî ew bîrkariya (di vir de ‘matematîk’ tê naçe) ku Joyce li sertaserê Ulyssesê li kêliyên Leopold Bloom, Stephen Dedalus û Molly Bloomê sepandiye, Lo, her wekî nîvrêhiştina gotinekê di sehneyeke beşekî de û sergihayîkirina wê gotinê di sehneyeke beşekî dîtir de, di saeteke din de. Wisakarî, bidestxistina hêz û şiyana kontroleke bi vî rengî piştî Ulyssesê dihêle ku wergêrek bikare xwe li wergerandina Finnegans Wakeê biqewimîne.
Bo wergêran, ji meseleya zeftkirina vê kontrolê re xebateke dûr û dirêj a têbîniyan, defter û kaxizan divê. Piştî ew qas salan, ku min serê xwe ji ser xebatê rakir, min dît bê çi qas defterên min çêbûne û teze ez pê hesiyam. Dîsa meseleya binçîneyî tê vedidim û dehf didim berev paşerojê, a rast ta nûke te dî min xwe ji wergerandina Finnegans Wakeê re çarçek kiriye. Diyar e di nava 10 salên li ber me de rojeva min pê ve Finnegans Wake e û heke ez nemirim û bikarim wergerandina wê kuta bikim, wê hingê li Bakurê Kurdistanê dê kurmancî û kirmanckî jî nemîne jixwe. Ku bimîne jî, edebiyata zimanê me yê hinde bedew êdî dê hema hema neyê xwendin ji layê kurdan ve. Bide bîra xwe wekî haîkûyên Ergîn Sertem neyên xwendin. Bîne bîra xwe wekî çîrokên Erol Şaybak neyên xwendin. Namûs dê bibe bexdenûs! Baştir e ku mirov bê hêvî be da ku mirov zêdetir bixebite!
Zimanê klasîkên kurdî bi riya wergerê tê zindîkirin
Pirtûkeke wek Ulyssesê ya ku li cîhanê herî zêde tê firotin, lê herî kêm tê xwendin… Ji bo kurdî ev yek dê ne dezawantacek be?
Wergerandina berhemên bi vî rengî xebateke polîtîk û dîplomatîk e jî. Ji ber ku peywendiyê çêdike di navbera du zimanan de. Nêzîk xwînerên vê pirtûkê jî dê bibînin ku girêdaneke xurt dê çêbibe. Ji niha ve bi xêra Ulyssesa me di navbera Ayrlendê û Kurdistanê de girêdaneke qayîm û neqetên çêbûye jî. Dostên me yên li Ayrlendê zêde dibin. Ayrlendê, wekî heqê min wergêrî, piştevaniyeke darayî jî da min, kerem û letafeta ku kurd çu caran layîqî hev du nabînin. Xebatên bi vî rengî seqayeke nû tînin û sînerciyekê pêk tînin ji bo zimên.
Pêştir ji vê yekê jî, gelo îro em dikarin bibêjin wekî zimanê ‘Ehmedê Xanî ne zimanê me ye? Helbet kurd ne mecbûr in bi wê kurdiya kevn e berz û bala biaxêvin, lê divê wî zimanî wekî milkê xwe bibînin. Ez ê nimûneyekê ji beşa 14an a Ulyssesê bînim ku li nexweşxaneyê diqewime:
“Çi ko herçî ko mewcûd bit herçî ko mesmû‘ê kiribit bi sem‘ê îdrak li her tiştekî ji umûrê bes dê xwedanê wê şiûrê bit ko ew şikodariya meşhûd-i bûyî renge ruxsarê heqîqeteke durrdî ya berevjêrmeyldar bit weyaxud ber‘eks her kîjk kesê bi wî rengî mewcûd bit di wê biwara nedirexşan da bi çendê ko neşêt tê derêxe wekî çawa ko çu daneke siriştê neşêt serî bikêşit bi wê ‘alîkeremiya zêdebûnê ra lew ew yeka navhatî divêt rewac bit bo her ‘adiltirîn û muntesiftirîn hemwelatiyî da ko manendê xwe bînite şewqê û wî agehdar biket û bilerizit bi tirsa ko her tiştê qewimî di rabirdûyê da bi destê qewmê me bê kêm û kas hatî destpêkirin çêdibit muqedder bit ko di dahatûyê da neqewimit bi kamiliya muşabih axiriyê bi xwe ra neynit ger qiyafeteke ciyê bêedebiyê bere bere bextreşî kiribit li ya xwedanriyaset gerdîşêd ko bi xêra bab û kalan mayî bo vî zemanî heçî ko bi wî çendî bê qam dabite navê ew e yê ko ji hedd û seddê xwe der mensûx-i kiriye îhtîram aya ew kîjk kes e ko xwedandilêrî bit da ko li ber vê yêkê rabit û beyan û teqrîr biket ko çu tawaneke kirêttir nînit bo wî kesî ger bê xeber û hay cî bi cî neket feramoş biket wê peyama Xwedê ya ko bi hevkatî hukmê Zu l-celalî ye û qewl û qerar e ya ko bo faniyan hemûyan e bi xêra kerameta xenîtiyê weyaxud bi kerb û gefa kêmbûn û xelayê û celayê datînite ser meqamê mehmûd wê yêkê dubare û dubare sen‘et û karê mindalînanê sereqet bi vebirrî diket ferman?”
Ev kurdiya ku pêdiviya Ulyssesê di vî beşî de pê hebû kurdiya wan klasîkên me yên gewre ye. Bi awayekî ew ziman jî bi riya wergerê tê zindîkirin û dikeve rojevê. Weku min beriya niha jî got, min ev ji zimanê poetîk veguheste zimanê pexşanî û gelekî zehmet bû.
Wekî nimûneya duyem, vêca em berê xwe bidine qismekî biçûk ê beşê 12an ê bi navê Saykilopekan ku li meyxaneyê diqewime. Di vir de tev polîtîka ye, cihûtî ye, ayrlendîbûn e, babeta Şahînşahiya Brîtanyayê ye, ya ku roj li ser sêrî naçe ava. Di pirraniya vî beşî de zimanekî rojane tê, di kîjanî de birrek devokên ciyawaz tên bikaranîn. Her qereqterek li gorî devoka xwe dipeyive. Ziman zimanekî daynamîk e û kêlî bi kêlî diguhere wekî:
“— E walle, mi go. Mêrxasên serkele îro ça’ bûne qûş! Merî çek-senedên xelqê te‘hsîl ke, tu lê em ketne çi ‘halî. Kurro merî here derkeve qûna dinyayê jî, rastî talankarekî mîna vî malkambaxê ‘ewter î ‘heram nayê, serçe’vê wî gi xurî ye, herge şilî lê ke, tavî bibare, yê qûçtijî be mînanî bestên gola. Bêje wî, go, bira pêlî hêlîna cinna meke, go, herge ew î mêr e, ez î mêr kurrê mêra me, bira caka te meşîne vira, lê herge wî caka tu şandî, go, ez bi gorra kalko kim, ez ê şîkatê wî bikim, yê wî derxine ber me‘hkemê, seba ku bê ruxset dikirre difroşe. Îja rûdinê bi fişefiş ‘erdekî dixwe, lê ye bidirre, teze paşê wê gotinê dike! Ez bi Wî kim ku navê xwe li ti kesî nekirye, waxta mi dî qalpaxa serê cihûyê me yî sercûcik avîtye, pirqînî bi mi ket. Mêxik î tê ça’ mi îç dike. Mêxik î tê şekixe mi pûrteve dike. Lê mêxik î ji çi ra pexekê mi nade mi?”
Ev teqlîda cihûyekî bazirgan î devlalik e, ingilîziya wî lalome ye. Îca tu van tevan transferî zimanê xwe dikî. Mînakên bi vî rengî di Ulyssesê pir û gelek in û ev bi tevayî deriyên serdemeke zimanî ya nû li ber me vedikin. Bi raya min, zêdetir ji gelek zimanan jî, pêdiviya zimanekî wek zimanê kurdî bi vê yekê heye û pêdiviya zimanên wek katalanî, belûcî, zimanê bask û zimanên ku niha tê dikoşin da nemirin.
Bi xêra Ulyssesê gelek dewlemendiyên kurmanciyê li ser kaxizê hatin raxistin
Pirsa min a ji bo têkiliya di navbera her du çîrokan de jî heye. Di navbera Ulyssesa Joyce û Odîssiyaya Homeros de girêdaneke çawa heye?
Metna Ulyssesê 100 ji sedî ne pabendî Odîssiyaya Homeros be jî, wekî strakçira xwe û çêbûna qereqterên xwe hevterîbî wê ye bê guman. Di serê sedsala 20em de Joyce Ulysses pêşî wekî kurteçîrokekê nivîsiye, paşê baş bûye ku wî dest jê kişandiye û çap nekiriye. Di pey re, sala 1910an wan çaxan, ew hizir li cem wî baş dikemile. Dibêje xwe, ez ê vê metnê wekî roman û paralêlî Odîssiyayê binivîsim. Îcar ew çîroka Odîsseûsê ku bi salan dide nava welatan û deryayan û bi şerpezeyî vedigere welatê xwe, Dorgeya Îthakiyê, James Joyce wê çîrokê tîne û li Dublinê di nava 24 saetan de bi gerê dixe. Tevayiya çîroka Ulyssesê ya ku li Dublinê diqewime bi gerdûna xwe ve, ez dibêjim, ne kêmî wê cîhana gewre ya Odîssiyayê ye. Leheng paralêlî lehengên Odîssiyayê ne. Wate, Stephen Dedalus bi xwe Tîlemaxosê kurê Odîsseûs û Pînelopiyayê temsîl dike, her wiha, Hamletê Shakespeare. Pînelopiyaya jina bendewar a Odîsseûs Mollyya jina Leopold e, ya ku li malê li benda mêrê xwe yê ‘serberjêr’ û gerok e. Wate, mala ku tu vegeriyê welat e û Dublina paytext tevayiya cîhanê ye. Bi boneya vê yekê ez bibêjim, di dawiya Ulyssesa me de du rûpel şemaya Joyce heye ku dibêjinê, Pîlana Gorman-Gilbert. Xwîner dikarin şemaya nivîskî ya tevayiya romanê di wir de bibînin.
Ji ber vê hizra ku wek kifşeke bêhevta ye, ji çapbûn û belavbûna Ulyssesê û vir ve gelek nivîskaran xwestiye ku romaneke wek Ulyssesê binivîsin, wê teqlîd bikin. Belê, gelekan ceriband, lê, bi min, ti kes bi ser neket. Romannûs, ingilîz be, kurd be, yan jî ‘ereb be, divê fikreke orcînaltir ji vê fikrê hanê ji xwe re peyda bike. Hal û medde wiha, dema ku xwîner ji Yewnanistana dêrîn, ji Odîssiyayê, ji Odîsseûs, ji Ayrlendê û ji Brîtanyayê kêm zêde agehdar bin, ew dikarin yekser xwe noqî nava romanê bikin.
Di henga wergera Ulyssesê de, yan jî, piştî wê, gelo tu tevî Bloomsdaya li Dublinê bûyî qet?
Joyceê di heyna xwe de her gotî, ez xizmetê nakim bo Ayrlenda ku bi neteweperestiyeke bê keltor û vikevala û bêyî zimên xwe dixapîne, Joyceê gotî, ez xizmeta Dêra Katolîk a Ayrlendê nakim, dêra ku di nava bi sedan salan re îmtiyazên xwe ji Brîtanyaya kolonyalîst wergirtibûn û mezintirîn rêgir bû li ber rizgariya Ayrlendê.
Seyr e, lê di jiyana xwe de ez qet ne çûme Dublinê, ne jî Londonê. Ta niha gelek fersend jî çêbûn, lê belê min gote xwe, ez ê xeyala xwe ya wergerandina Ulyssesa Joyce û çend berhemên wî yên din pêk bînim û piştî wê biçime wan deran. Gelek caran ji bo bernameyan jî gazî min kirin, lê min got, pêşî wergerên Shakespeare û yên Joyce tê xime çenteyê xwe û pêşî ez ê herime Londonê, ser gorra Shakespeare, John Milton, William Blake, T. S. Eliot û gelek gewreyên xwe yên mayîn, ji wir jî herime Ayrlendê, Drumcliffeê, ser gorra William Butler Yeats, paşê li Dublinê seredana Birca Martelloyê û mekanên romanê hemûyan bikim, û paşiya paşîn jî ez lê xim û herime Zurîxê, ser gorra James Joyceê xwe. Joyceê ku hezkirina wî gelekî problêmatîk e bo welatê xwe Ayrlendê, Ayrlenda ku wî terka wê da û nema vegeriyayê û Ayrlenda ku teze pê de pê de ji Joyceê xwe fam û beşer dike.
Joyceê di heyna xwe de her gotî, ez xizmetê nakim bo Ayrlenda ku bi neteweperestiyeke bê keltor û vikevala û bêyî zimên xwe dixapîne, Joyceê gotî, ez xizmeta Dêra Katolîk a Ayrlendê nakim, dêra ku di nava bi sedan salan re îmtiyazên xwe ji Brîtanyaya kolonyalîst wergirtibûn û mezintirîn rêgir bû li ber rizgariya Ayrlendê. Bi salan û salan zehlê gelek ayrlendiyan ji Joyce çû, bi şêweyekî neheqane ji wî nefret kirin. Lê niha, wekî hûn ji zarok û neviyên wan ayrlendiyan pirs bikin çi ka kî ye ‘şahê bêtac ê Ayrlendê’, gelo Charles Stewart Parnell e yan James Joyce e, ku li Ayrlendê û li cîhanê li dora navê wî endustriyeke mezin ava bûye, bê guman ew ê bibêjine we, James Joyce e ‘şahê bêtac ê Ayrlendê’. Joyceê ku, wekî biwêja kurmanciyê gotî, li Zurîxa Swîsreyê, li nîveka Ewrûpayê, hema bêje “bê kefen kete gorrê”. Ayrlenda heyî berhema texeyyula William Butler Yeats e, George William Russell e û James Joyce e. El-qisse, riya me kurdan dûr e û devling li me teng e. Em berê xwe bidine Ulyssesa xwe û pê re jî guhdariyê bikin li yek ji kevnestranên bedew ên Ciwan Haco yan jî Pink Floyd. Ê min jî, berbanga tilîbedew a Amsterdamê tevî laleşeya xwe li benda min e.
—————-
Ev hevpeyvîna ji aliyê Bêrîvan Kayî ve hatiye kirin di Bianetê de hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal a hevpeyvînê ji alitê Infowelat ve hatiye guherandin.