Çar welatên li Pasîfîkê ji bo referandûma serxwebûna Kaledonyaya Nû bang li Fransayê kirin.
Heman bang ji alîyê Enîya Rizgarîya Neteweyî ya Sosyalîst a Kanak (FLNKS) ve jî hat îmzekirin.
Çar welatên li Pasîfîkê ji bo referandûma serxwebûna Kaledonyaya Nû bang li Fransayê kirin.
Welatên vê bangê îmze kirin Fîjî, Papûa Gîneya Nû, Giravên Solomon û Vanuatu ne.
Heman bang ji alîyê Enîya Rizgarîya Neteweyî ya Sosyalîst a Kanak (FLNKS) ve jî hat îmzekirin.
Di belgeya hevpar de tevlîbûna “pisporên Neteweyên Yekbûyî” ên ji bo referandûmê hat pêşnîyazkirin.
Herwiha hat ragihandin, referandûma 2021an a li Kaledonyaya Nû pîvanên NYyê yên ji bo proseya dekolonîzasyona giravê îhlal kirîye.
Referandûma dawî digel îhtîrazên gelê kanak, ji alîyê Fransayê ve hatibû lidarxistin.
FLNKS referandûmê boykot kiribû û loma beşdarî daketibû ji % 43an.
Welatên Melanezyayê di banga xwe de diyar kirin, “aştîya mayinde encax dikare bi rêya çareserîya polîtîk ku bersivê dide daxwazên gelê kanakê kolonîzebûyî, pêk were.”
Fîjî, Papûa Gîneya Nû, Giravên Solomon û Vanuatu welatên herêma Melanezyayê ne ku li rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye.
Her çar welat bi mebesta xurtkirina têkiliyên di navbera xwe de, di 1986an de Koma Serê Rim a Melanezyayê damezrandin.

FLNKS ku gelê kanak ê Kaledonyaya Nû temsîl dike, endamê vê komê ye.
Tîmora Rojhiat û Tevgera Rizgarîyê ya Yekgirtî ya Papuaya Rojava jî endamên çavdêr ên vê komê ne.
————————————————-
Foto: Ala Kaledonyaya Nû/FLNKS
Infowelat