BRICS 6 welatên din li xwe zêde kir

Civîna koma welatên BRICSê ya li Afrîkaya Başûr hate lidarxistin, bi dawî bû.

Welatên endam di civînê de daxwaza endamtiya 6 welatan qebûl kirin.

Ji 1’ê Çileya 2024’an û şûn ve Arjantîn, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Yekitiya Mîrektiyên Ereb êdî dibin endamên vê komê.

Civîna koma welatên BRICSê ya li bajarê Johannesburg a Afrîkaya Başûr hate lidarxistin, bi dawî bû.

Ligel endamên komê Çîn, Rûsya, Hîndîstan, Brazîl û Afrîkaya Başûr, nêzîkî 50 welat tevlî bernameyê bûn.

Welatên endam di civînên 3 roj domkirin de daxwaza endamtiya 6 welatan qebûl kirin.

Bi vê biryarê, ji 1’ê Çileya 2024’an û şûn ve Arjantîn, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî, Misir û Yekitiya Mîrektiyên Ereb wê bibin endamên BRICS’ê.

Beriya civînê bi qasî 22 welat serîlêdana endamtiya komê kiribûn.

Bi endamên nû re BRICS hêza xwe ya di qada global de derxist qonaxeke din.

Rûsya û Çîn dixwazin BRICS di qada navneteweyî de tevlî Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê bibe hêzeke alternatîf a li hemberê Amerîka û Ewrûpayê.

Bi taybetî Rûsyaya ji ber aloziya li Ukraynayê de di asta cîhanê de bi îzolasyonê re rûbirû ye, pêdiviyê bi desteka vê komê dibîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, endamên BRICS’ê Çîn, Hîndîstan û Afrîkaya Başûr ji ber êrişa wê ya li dijî Ukraynayê Rûsyayê şermezar nekirine.

Herwiha Brazîl di meseleya biçekkirina Ukraynayê de nade dûv Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê.

Kurteagahî derbarê BRICS’ê de

Endamên komê bi qasî 39,746,220 km2 erdên cîhanê pêk tînin û nifûsa wan tev bi hev re ji 3 milyarî derbas dike.

Welatên BRICS’ê ji 22 % hilberîna aboriyê ya cîhanî kontrol dikin û 18 ji % bazirganiya global di destên van welatan de ye.

BRICS kurteyekê ye ku ji tîpa ewilî ya navên bi Îngilîzî ya Brazîl, Rûsya, Hîndistan, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tê.

Ev koma di 2006’an de hate damezrandin, li ser hevkariya aboriyê ya di navbera endamên xwe de bilind dibe.

Endamên komê bi qasî 39,746,220 km2 erdên cîhanê pêk tînin û nifûsa wan tev bi hev re ji 3 milyarî derbas dike.

5 endamên BRICS’ê. Beriya tevlîbûna nû, welatên komê 3 milyar nifûsa cîhanê pêk danîn. /Harîte: Wikipedia 

Welatên BRICS’ê ji 22 % hilberîna aboriyê ya cîhanî kontrol dikin û 18 ji % bazirganiya global di destên van welatan de ye.

Bi tevlîbûna 6 welatên din, wê daneyên erd, nifûs û aboriyê yê koma welatên BRICS’ê hîn zêdetir bibe.

Infowelat

Foto: Alên 5 endamên koma welatên BRICS’ê. /Jêder: Moderndiplomacy.eu

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Valencia ji bo ziman û demokrasîyê meşîya

Di meşa bajarê li Valenciayê ku paytexta Herêma Otonom a Valenciayê ye, polîtîkayên hukumeta îspanyolîst-rastgir …