Brîtanya qanûneke Skotlandê veto dike

Brîtanya cara pêşî biryareke Parlamentoya Skotlandê veto dike.

Ev yek di dîroka Skotlanda ku ji 1999’an û vir ve otonom e, cara pêşî pêk tê.

Skotlanda li dûv serxwebûnê ye di meseleyeke navxweyî de rastî astengiya Brîtanyayê hat.

Hukumeta Londonê diyar kir, ew ê biryareke Parlementoya Skotlandê veto bike.

Bûyereke bi vî rengî di dîroka otonomiya Skotlandê de cara yekê pêk tê.

Aloziya dawî ya di navbera her du aliyan de li ser qanûneke  Skotlandê bilind dibe.

Parlamentoya Skotlandê meha borî digel rexneyan qanûna li ser kesên transseuksuelan qebûl kir.

Qanûn mecbûriyeta rapora tibî ya transeksuelan betal dike û temenê naskirina fermî ya ji bo transseksuelan ji 18’an dadixîne 16’yan.

Herwiha wê endamê vê komê êdî bikaribin têkevin mekanên kesên bi cînsî xwe re zewicîne.

Berî niha, Îrlanda, Denmark, Arjantîn û Îspanya jî qanûnên bi vî rengî qebûl kiribûn.

Parlamentoya Skotlandê meha borî digel rexneyan qanûna li ser kesên transseuksuelan qebûl kir.

Qanûn mecbûriyeta rapora tibî ya transeksuelan betal dike û temenê naskirina fermî ya ji bo vê komê ji 18’an dadixîne 16’yan.

Çima Brîtanya veto dike?

Hukumeta Brîtanyayê radigihand, ew ê ji ber meseleya wekheviyê pêşî li qanûnê bigire.

Niha li Îngilistan û Welatê Galê ku her du jî parçeyeke Brîtanyayê ne, temenê naskirina transseksuelan 18 ye.

Ji bilî vê, destûr nayê dayîn endamên vê komê têkevin mekanên kesên bi cinsê xwe re zewicîne.

Hin derdor di wê baweriyê de ne, bi vê qanûnê wê mêrên niyetxerab di mekanên jinê de xerabiyê bikin.

“veto êrişeke eşkere ya li dijî Parlamentoya Skotlandê ye ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin û erkên di destên wê de ye.”

Sturgeon çi got?

Lê hukumeta Skotlandê van rexneyan qebûl nake û qanûnê wekî meseleyeke azadiyan qebûl dike.

Serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon di parvekirina xwe de reaksiyon nîşanî helwesta Brîtanyayê da.

Sturgeon got, “veto êrişeke eşkere ya li dijî Parlamentoya Skotlandê ye ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin û erkên di destên wê de ye.”

Lîdera Skotî got, ev veto dikare bibe destpêka vetokirina gelek biryarên din ên Parlamentoya Skotlandê.

Di mijdara 2022’an de jî Dadgeha Bilind a Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a hukumeta Skotlandê red kiribû.

Serokê dadgehê Robert Reed dabû zanîn, biryara derbarê referandûmê de di çarçoveya qanûna otonomiya Skotlandê de di destê Parlamentoya Brîtanyayê de ye.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …