Nisêbîn bû xwediyê dibistana kurdî

 

 

 

Li Nisêbînê bi pêşengiya KURDÎ-DER’ê û Nûnertiya Egîtîm Senê dibistanake ku wê bi kurdî perwerdeyê bike hat vekirin.  Di merasîma dibistana bi navê Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan de parlementer Gulser Yildirim axivî û bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanê.

Dibistan a ku li taxa Girnawaz hate vekirin.  Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, alîkarên hevşaredarên Nisêbînê, rêveberên HDP û DBP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, nûnerên saziyên civakî, malbatên xwendekaran beşdarî merasîmê bûn. Beriya vekirina dibistanê bernameyeke kurt a muzîkê jî hat pêşkêşkirin.

Nûnerê Egîtîm Senê yê şaxa Nisêbînê Kadrî Baysal axivî û diyar kir ku vekirina vê dibistanê ji bo Nisêbînê rojeke dîrokî ye û pêwîste zarok bi zimanê dayika xwe mezin bibin û perwerdeyê bibînin. Baysal da zanîn ku dibistan ne girêdayî tu pergalan e û ew ê têgihiştina kurdî li vê dibistanê serdest be. Baysal anî ziman ku wan navê Ehmet Bayhan ku li Amedê mamostetiyê dikir û di 1992’an de ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin lê vê dibistanê kirine û got ku Ahmet Baysal jî mamosteyek ji Nisêbînê bû.

‘Bingeha netewekî ziman e’

Piştî Baysal, Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim wiha axivî: “Daxwaza me ew e ku hemû zarokên me perwerdehiya xwe li ser heqîqeta zimanê dayika xwe bibîne. Ev xebat pir pîroz, dîrokî û girînge. Eger ku netewek bixwaze hebûna xwe bibe pêşerojê, li ser xaka xwe azad bijî pêwîste em baş dizanibin li ser bingeha ziman netew tê avakirin. Ligel vê yekê jî nirxên civakê gelan ber bi pêşerojê ve dibe. Yek ji van bingehan jî îro li Nisêbînê ji bo zarokên me hate avakirin.”

Piştî axaftinan dayik, zarokan û birayê Ehmet Bayhan, Latîf Bayhan bi hev re kurdeleya dibistanê birîn û vekirina wê pêk anîn. Piştî vekirinê zarok derbasî polên xwe perwerdehiyê bûn û dest bi dersên xwe kirin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …