Li Almanyayê 3,000 zarok Kurdî fêr dibin

Hejmara zarokên li dibistanên Almanyayê Kurdî fêr dibin gelek kêm e.

Li gorî nûçeya Ozgur Polîtîkayê li 42 dibistanên Almanyayê 3,000 zarok Kurdî fêr dibin.

Ji 16 eyaletan bi tenê li 5 eyaletan polên Kurdî hene.

Almanya li cîhanê welatê yekemîn e ku diyasporaya Kurd herî zêde li nava sînorên wê dijîn.

Hejmara Kurdên li vî welatî ji milyonekî ne kêmtir e.

Tevî vê jî, hejmara zarokên li dibistanên Almanyayê Kurdî fêr dibin gelek kêm e.

Li gorî nûçeya Ozgur Polîtîkayê li 42 dibistanên Almanyayê 3,000 zarok Kurdî fêr dibin.

Ev hejmar ji xwendekarên Kurmancî, Soranî ê Zazakî fêr dibin pêk tê.

Hejmara mamosteyên dersa zaravayên Kurdî didin 35’e.

Ji 16 eyaletên Almanyayê li van eyaletan Kurdî tê fêrkirin:

Nûçeya Ozgir Polîtîkayê ya derbarê mijarê de.

Li 5 eyaletan perwerdeya Kurdî 

Hamburg, Niedersachsen, Nordrhein-Westfalen-NRW, Rheinland-Pfalz, Berlin û Brandenburg.

Herî zêde zarokên ji Rojava û Başûrê Kurdistanê eleqe nîşanî perwerdeya Kurdî didin.

Hejmara zarokên ji Bakurê Kurdistanê yên Kurdî fêr dibin gelek kêm e.

Hejmara zarokên ji Bakurê Kurdistanê yên Kurdî fêr dibin gelek kêm e.

Li hin bajaran jî ji ber mamoste nayên peydekirin dibistanên Kurdî nikarin bên vekirin.

Bajarên mijara gotinê Aachen ve Borken in ku her du jî li eyaleta NRW’ê ne.

Hin mamosteyên ziman radigihînin, gelek ji malbatan hay ji derfeta perwerdeya Kurdî ya li eyaletan tune ye.

Him ji wan jî didin zanîn, malbatên Kurd di wê baweriyê de ne, ji ber perwerdeya Kurdî zarokên wan wê têra xwe nikaribin fêrî Almanî an Îngilîzî bibin.

Xetereya tunebûna ziman

Mamosteyên Kurdî yên Almanyayê radigihînin ji ber kêmbûna elederiya malbatan îhtimal heye li Ewrûpayê Kurdî bi lez tune bibe.

Mamosteyên Kurdî yên Almanyayê radigihînin ji ber kêmbûna elederiya malbatan îhtimal heye li Ewrûpayê Kurdî bi lez tune bibe.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Almayayê Fevzî Ozmen ku kurtedemek berê jiyana xwe ji dest dabû, balê kişandibû rîska tunebûna ziman.

Ozmenê ku di heman demê de mamosteyê zimanê Kurdî bû, wiha axivîbû:

“Kurdên li diyasporayê yên di bin temenê 40’î de pir kêm dikarin bi Kurdî biaxivin. Rêjeya zanîna Kurdî ya ji bo kesên di bin 20’î de hîn bêtir kêm e. Ku rewş wiha dom bike wê di nava 30 salan de Kurdên diyasporayê zimanê xwe ji bîr bikin. Ji bo em zimanê xwe tune nekin divê em di nava seferberiyekê de xwedî li derkevin.”

Infowelat

———————

Foto: Zarokên Kurd ên tevlî polên Kurdî yên li Berlînê dibin /Jêder: ANF 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …