Kurtefîlma Adnan Osman “Antênna ”

 

 

Derhêner Adnan Osman ku ji Kurdên Başûr e, bi  kurtefîlma xwe ya yekemîn “Antênna”  li “4. Rojen Fîliman a  Diyarbekirê”  derket pêşberî  temaşevanan. Antênna kurtefîlmeke  12 deqîqe  ye. Fîlm li Başûr hatiye kişandin û piştgiriya “Wezareta Rewşenbîri û Ciwanan” ya hikumeta heremê jî girtiye. Di sînemaya kurdan da derhêner, nivîskarên senaryoyê hedî hedî perwerdeya sînemayê dibînin  ew ji bo sînemaya kurdan gelek girîng e. Adnan Osman Alî  di Zanîngeha Silêmanî  de mamoste ye, senaryoya kurtefîlma “Antênna”  ji alîye Adnan Osman ve hatiye nivîsandin.  Di sinemaya kurdan de hejmara çêkirina  kurtefîlman û di wêjaya nûjen de jî  jimara  çîrok-kurteçîrokan  zêde ye. Têkiliya herdu cûreyan jî bi hev re hene. Sedem jî ev e ku ji ber rewşa aborî, teknîk, kêmasîya perwerdeyê di jîyana kurdan de bûyera sînematografê  zêde ye.

Kurtefîlma “Antênna” behsa pîrejineke tenê dike, pîrejin di xaniyê xwe de jiyana xwe tenê derbas dike û televîzyoneke wê ya  biçûk û kevnar heye. Antena televizyonê ne baş e û her tim xera dibe. Di televîzyonê de anîmasyona “Tom û Jerry” temaşe dike lê ji alîyek ve qutbûna elektrîkê ji alîyek ve jî  antêna xirabe derfet nade wê.

Di fîlmên Kurdan de “satelayt” pirrî çaran hene lê di kurtefîlma  “Antênna” de televîzyonek kevn û antênek kevnar heye, pîrejin di nav tenêtiya xwe de ye û ji bilî  televîzyonê tiştekî wê ya nûjen tune ye. Pîrejin bi fîliman diçe zarokatiya xwe. Li ser dîwar weneyê pêşmergeyekî  heye. Ew wêne, xizanî û tenêtiya pîrejinê û rewşa îroyîn di serê temaşevanan de mezin dike. Ev fîlm xîzanî û tenêtiya jinan tîne ser ziman. Adnan Osman bi vê kurtefîlma xwe bandoreke mezin li ser temaşevanên sînemayê dike. 12 deqîqe demeke kin e lê derhêner bi dîtbariyek hunerî vê kurtefîlmê di mejiyê me de mezin dike.

Ji ber ku antêna televîzyonê xirabe ye,  ji bo wê sedemê pîrejin diçe ser xanî û antênê çêdike û tê hundir li kartonfîlima “Tom û Jerry” temaşe dike. Di fîlmê de pîrejin  “Tom û Jerry” bi îngîlizî temaşe dike ew jî tiştekî balkêş e. Berf û bahoz carek din jî antênê xera dike û pîrejîn di wê  zivistana bi berf û bahoz de careke din diçe ser xanî û antênê çêdike. Di demeke kin de antên careke din jî xira dibe û pîrejin ji bo karibe fîlma karton temaşe bike di wê sermaya şevê de diçe ser xanî û antênê çê dike. Di beşa dawîn de jî cereyan qut dibe û pîrejin  tenê û bêkes dimîne.

Derhêner daxwaza xwe bi dîtbariyeke baş digihîne temaşevanan. Di fîlmê de dîyalog tûne ne lê pevxistina fîlmê ya baş, fîlmê herikbar kiriye. Temaşevan bi wê fîlmê ber bi zarokatiya xwe ve diçin. Di fîlima “Antênna” de mirov di yextiyariya xwe de zarokatîya  xwe difikire. We di zarokatîya xwe de çi kir?  Fîlm vê tîna bîra mirov.  Rola pîrejinê lîstikvaneke amator Nesrîn Xefar  lîstîye lê rola xwe baş lîstîye. Derhênerê navdar  Behmen Qubadî jî ji bo fîlmê bûye alîkar. Adnan Osman bi vê fîlma xwe ya yekemîn hunermendîya xwe raxistiye ber çavan. Em niha jî li benda fîlma wî ya metrajdirej in.

Veysel Aydenîz

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …