Li Etiyopyayê ku welatekî oldar û xwedî kevneşopiyeke xurt a çandî ye, gundekî ku jin cot dikin û mêr dirûnê dikin bûye modeleke ji bo pêşketin û kêmkirina xizaniyê. Awra Amhaya li bakûrê welat ku gundekî biçûk e û bi tenê 500 mirov lê dijîn, bi vî aliyê xwe balê dikişîne ser xwe.
Gund di 1972’an de ji aliyê cotkar Zumra Nuru bi armanca wekî alternatîfê li hember civaka Etiyopyayê hatiye damezrandin. Li Awra Amhayê wekhevîtiya jin û mêr û xebat pir girîng e û li vir ola rêxistinbûyî tune ye. Ciwan û yextiyarên gund xwedî mafên ku kesên li derveyê gund jê bêpar in. Gund ji aliyê komîteyekê ve tê birêvebirin û di komîteyê de hemû biryar ji aliyê piraniya dengan tê girtin.
Li gundê ku 9 saet dûrî paytext Adîs Abeba’ye û li bakurêrojava cî digire atolye, aş, pansîyoneke ji bo tûrîstan, dibistan û pirtûkxane hene. Piraniya kesên di temenê xebatê de ne bi awayekî komûnal dixebitin û lewma jî hemû pere dîsa li gund vedigere û kara hatiye bidesxistin bi awayekî wekhev li hev tê parvekirin. Bi saya vê awayê xebatê, piştî 40 sal damezrandina gund, dahata malbatê, asta xwendinê, temenê mirovan, wekheviya zayendê û pêşketina gund pir bi ser asta neteweyî ketiye.
Ji hikumeta Etiyopyayê, Bankaya Cîhanê û rêxistinên sivîl ên di derbarê pêşketina welat de xebatê dikin gelek kes pirî caran tên gund û dixwazin ji bo ciyên din sûd ji vir werbigirin.
Lê problemên Awra Amhayê jî hene. Vê projeyê rastî êrîşên cîranên xrîstiyan û misilman ên muhafazakar ku vî gundî pagan dihesibînin, tê. Kesên êrîşkar carekê bombeyek avêtine navenda gund lê di vê êrîşê de tiştekî bi kesekî nehatiye. Çend caran kesên bi vî rengî bi çekan jî êrîşê gund kirine û teneyên wan şewîtandine.
Di 1989’an de ji ber mixalefeta wan a li hember rejîma komunîst a Derg, gundî hatine sirgûnkirin û piştî hilweşîna vê rejîmê, di 1993’an de gundî ji nû ve vegeriyane gundê xwe.
Prensîba gundiyan a jiyanê xebat e û bi xebata xwe baweriya xwe ya bi jiyanê nîşan didin. Li gund ciyên baweriyê yên wekî mizgeft û dêr tune ne. Hin gund û civakên li hin aliyên din ên welat modela Awra Amhayê ji xwe re wekî model xwestine bişopînin lê ev bi awayekî spontane derketine holê.
Lê têkiliyên gund bi civak û gundên derdorê re jî hene. Li gund çend aş hene ku cîranên derdorê bi pereyeke hindik genimên xwe dihêrin. Li gund dibistaneke navîn û lîse heye ku zarokên ji hemû aliyê herêmê li wir perwerde dibin. Her meh Zanîngeha Gondarê ji gundên derdorê û ji Awra Amhayê hejmareke zêde mirovan di civînan de tîne cem hev û herkes bi hev re diaxive.
Mirov dikare bêje ku Awra Amha bi ser ketiye lê wekî projeyeke îdeolojîk rîsk heye ku gund kontrola xwe ya li ser belavbûna fikrên wê yên bingehîn winda bike. Di vir de pirs ev e: Gelo wê Awra Amha wekî îstînayeke muhteşem û biçûk hebûna xwe dom bike an ew ê bikaribe fikrên xwe belav bike û guherîneke pêdivî pir pê tê dîtin ji Etiyopyayê û derveyî Etiyopyayê re bîne?
Çavkanî: DW (Deutsche Welle)