Almanya lezê dide polîtîkaya dersînorkirinê

KURTE

  • Almanya dixwaze kesên daxwaza wan a penaxwazîyê hatîye redkirin dersînor bike.
  • Hikumeta federal bi taybetî dixwaze welatîyên ji Sûrîyeyê û Afganistanê dersînor bike.
  • Wezîrê Karên Hundir ê Federal Alexander Dobrindt ji bo vê meseleyê dixwaze rêveberîya her du welatan te li hev bike.

Almanya kesên daxwaza wan a penaxwazîyê hatîye redkirin, dersînor bike. Piranîya wan penaxwazan ji  ji Sûrîye û Afganistanê ne.

Wezîrê Karên Hundir ê Federal Alexander Dobrindt ji bo vê meseleyê hewl dide bi her du welatan re peymanan îmze bike. Dobrindt bi taybetî lez dike di destpêkê de bi rêveberîya Şamê re peymanekê îmze bike.

Dobrindt li ser vê mijarê ji rojnameya Rheinische Post re got: “Em dixwazin îsal bi Sûriyeyê re peymanekê mor bikin û pêşî kesêm sûcdar û paşê jî yên mafê rûniştinê wernegirtine dersînor bikin.”

Wezîrê alman got,  divê “di navbera kesên ku baş entegre bûne û dixebitin” û yên ku mafê wan ên penaberiyê tune ne û bi alîkariyên civakî dijîn cûdahî kirin. Herwiha Dobrint ferman da Ofîsa Federal a Koçberî û Penaberan (BAMF) ku prosedurên penaberiyê yên rawestandî yên ji bo welatiyên Sûriyeyê bi awayekî qismî ji nû ve bidin destpêkirin.

Sûrîyeyi bi dilxwazî vedigerin

Her çend hejmara kesên ku bi dilxwazî vedigerin Sûriyeyê kêm be jî, ev hejmar di demên dawî de piçek zêde bûye. Li gorî agahiyên ji wezareta Dobrindt, heta dawiya tebaxê 1867 kes bi piştgiriya dewletê bi dilxwazî vegeriyane welatê xwe.

Li gorî Ofîsa Qeydkirina Biyaniyan, heta dawiya tîrmehê nêzîkî 955,000 welatiyên Sûrîyeyê li Almanya dijiyan. Ji sala 2012an vir ve Almanya welatîyên ji Sûriyeyê dersînor nekirîye.  Bi taybetî gelek ji wan kesên ku di salên 2015 û 2016an de hatine Almanyayê niha şertên welatîbûna Almanî pêk tînin.

Dersînorkirina afganan

Disa Dobrindt armanca xwe ya ji bo dersînorkirina bêtir ber bi Afganistanê ya ji bo siberojê wiha dûbare kir: “Armanca min ew e ku di siberojê de mirovan bi awayekî rêkûpêk dersînorî Afganistanê bikim.”

Heta niha,  dersînorkirina afganan bi piştgiriya Qeterê pêk dihat. Lêbelê Almanya êdî dixwaze bêyî navbeynkarîya vî welatî afganan deport bike. Dobrindt dide zanîn, ev yek “gotûbêjên teknîkî” yên rasterast bi Talîbanê re pêwîst dike.

Hikûmeta Almanya Tebaxa 2021an vir ve bi hikûmeta Afganistanê re hevdîtin nekiriye u heta niha bi hikûmeta Talîbanê re têkiliyên wê yên dîplomatîk tune ne. Rejîm ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên cidî, bi taybetî jî ji ber kiryarên li dijî jinan, bi giranî di asta navneteweyî de îzolekirî dimîne.

Foto: Komeke penaberên ji Almanyayê tên dersînorkirin 

————————————–

Welat Demirtaş 
Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Ew di sala 2020an de  li ser malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir. Demirtaş di sala 2024an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welat wekî penaberekî siyasî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish journalist Heval Aslan detained in Belgium, faces deportation

The detention of Heval Aslan has sparked outrage, with demands for her immediate release and …