YE rapora Tirkiyeyê weşand

Konseya Ewropayê rapora xwe ya salane ya di derbarê Tirkiyeyê de di 16’ê Çiriya Pêşîn de eşkere kir. Konseyê bi rapora xwe ya bi navê Rapora Pêşketinê ya 2013’an de da zanîn ku digel ku kêmasiyên Tirkiyeyê yên di warê parastina mafên bingehîn de hene jî, ji hikumetên welatên Yekitiya Ewropayê re pêşniyaz kir ku ji nû ve bi Tirkiyeyê re dest bi muzakereyên endamtiyê bikin.

Di raporê de rexneya herî berbiçav a li hember hikumeta Tirkiyeyê, di warê bûyerên Parka Geziyê de hat kirin. Hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê li hember xwepêşanderên Parka Geziyê hêzeke pir mezin bi kar anîne û lewma jî Tirkiye di warê krîterên polîtîk ên ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê de li paş maye. Yek ji rexneya girîng li hember Tirkiyeyê jî di warê sekna wê ya li Kibrisê hat kirin. Hat ragihandin ku di warê normalbûna têkiliyên dualî bi Komara Kibrisê re (Başûrê Kibrisê) pêşketinek çênebûye û Tirkiye ji bo vê dewletê di gelek aliyan de astengiyan derdixe.

Li aliyekî din, pakêta demokratîkbûnê ya hikumeta Tirkiyeyê di raporê de bi berfirehî cî girt û rapor bi awayekî erênî qala pakêtê kir.

Demokrasî û serdestiya hiqûqê

Rapor di bin vê sernivîsê de ragihand ku hikumet teahuda ji bo demokratîkbûna zêdetir û reformên polîtîk domandiye lê di dema protestoyên meha Gulan û Hezîranê de “sekneke ku lihevkirinê qebûl nake” ya li hember welatî, civaka sivîl û sektora kar, pejirandiye.

Di warê pêşketinên rêvebiriyên lokal de hat ragihandin ku hikumet besatiyên (hêz) di destê şaredariyan de berfireh kirine û bi vê gavê “bi awayekî qismî” bersiva rexneyên Konseya Ewropayê daye lê tawsiyeyên di derbarê parvekirina hêzê yên Konseya Ewropayê derbasî pratîkê nekiriye.

Di raporê de li ser pêşketinên bikaranîna zimanên li derveyî tirkî di perwerdeyê de hin agahî hatine dayîn lê hatiye destnîşankirin ku di warê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê de heta niha gav nehatine avêtin.

 Mafên mirovan û parastina hindikayiyan

Di vê beşê de bi taybetî di bin navê “rewşa li rojhilat û başûrêrojhilat” de li ser pirsgrêka kurd hatiye sekinandin. Di destpêkê de pesnê hikumetê ya ji bo çareserkirina problema kurd hatiye dayîn û qala hewldanên wê yên di vê pêvajoyê de derketine holê hatine kirin. Lê paşê tunebûna hewldanên ji bo betalkirina cerdewanên gundan ku wekî “hêza paramîlîter” hatiye bi nav kirin, hatiye rexnekirin. Di raporê de bi kurtahî li ser qirkirina Roboskê jî hatiye sekinandin û hatiye gotin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê nikaribûye faîlê vê bûyerê derxe holê.

Rapor  li ser kapasîteya tirkiyeyê ya ji bo bi serfirazî pêkanîna 33 beşên ku ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê pêwîst in, sekiniye û beş bi beş rewşa Tirkiyeyê nirxandiye. Di beşa 23’yemîn a ji van beşan de, di warê rewşa maf û azadiyan de agahî hatine dayîn.

Beş 23: Daraz û mafên bingehîn

Di warê azadiya îfadeyê de hatiye ragihandin ku bikaranîna kurdî ya di qada fermî de bi awayekî qismî hatiye normalkirin lê ji ber xala 314’emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) hîn jî rojnamegerên çepgir û yên kurd tên girtin.

Di raporê de qala hin guherînên di warê mafê kombûn û xwepêşandanê de hatiye kirin lê hatiye îfadekirin ku hin mînakên ku vî mafî bi sînor dikin li welat derketine holê.

Yek ji mijara di raporê de ji xwe re cî dîtiye “mafên çandî”ye ku piranî li ser mafên zimanê kurdî sekinî ye. Rapor di bin navê mafên çandî de qala hebûna beşên kurmancî û zazakî yên li Zanîngeha Artûklûyê, mafê dersa hilbijarî ya kurdî ya li dibistanên seretayî û yên navîn, di bin banê Ajansa Anatolyayê de vebûna serwîsa kurdî û carinan axaftina sembolîk a kurdî ji aliyê hin rêvebirên ji partiya îktîdarê an rêvebirên hin saziyên dewletê de kiriye û hemûyan erênî nîşan daye.

YE û endamtiya Tirkiyeyê

Tirkiye di 1964’an serî ji bo endamtiya EEC’ê (Civaka Aboriyê ya Ewropayê) da û di vê salê de di navbera her du aliyan de têkilî dest pê kirin. Di 1995’an de di navbera YE (EEC di Civîna Maastrichê de navê Yekitiya Ewropayê li xwe kir) û Tirkiyeyê de Yekitiya Gumrukê hat pêkanîn. YE di 1999’an de “statûya welatê namzet” da Tirkiyeyê û di 2005’an de jî Muzakereyên Endamtiyê dest pê kirin.

Heta niha ji 33 beşên cuda de yên ku ji bo endamtiyê pêwîst in, 13 beş bi Tirkiyeyê re hatiye muzakerekirin lê ji wan tenê beşekê bi serfirazî hatiye bi dawî kirin. Ev sê sal in ku di navbera her du aliyan de bi awayekî fîîlî muzakere sekinî ye û ji bo destpêkirina pêvajoya endamtiyê, di Hezîrana 2013’an de YE biryarê da ku Beşa 22’yan ya di derbarê polîtîkaya herêmî de ji Tirkiyeyê re veke.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …