Biden: Êrişên Tirkiyeyê ji bo ewlehiya Amerîkayê gef in

Ev zêdeyî hefteyekê ye topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Biden got, “Êrişên Tirkiyeyê yên li deverê li ser ewlehiya niştîmanî û siyaseta derve ya Amerîkayê gefên gelekî mezin û cidî ne.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê metirsiyê li ser asayîşa niştîmanî ya Amerîkayê çêdikin.

Koşka Spî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden, “Rewşa Awarte ya Neteweyî ya li Sûriyeyê” saleke din dirêj kir.

Ev biryar bi hejmara “13894” ya girêdayî rewşa Sûriyeyê, 14ê Çiriya Pêşîna 2019an ji ber êrişên ser siyaseta derve û ewlehiya niştîmanî ya Amerîkayê hatibû derxistin.

Biryara navborî heta niha her sal ji aliyê Serokê Amerîkayê ve hate dirêjkirin û îsal jî 12 mehan hat dirêjkirin.

Biden diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê li ser operasyonên rûbirûbûna bi DAIŞê re gef in û jiyana xelkê sivîl dixin metirsiyê.

Serokê Amerîkayê herwiha êrişên Tirkiyeyê li ser ewlehî û aştiya deverê wekî gef dibîne.

“Gefên gelekî mezin û cidî ne”

Biden got, “Êrişên Tirkiyeyê yên li deverê li ser ewlehiya niştîmanî û siyaseta derve ya Amerîkayê gefên gelekî mezin û cidî ne.”

Ev zêdeyî hefteyekê ye topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Ji ber wan êrîşan ji bilî ziyanên canî, ziyaneke mezin gihiştiye jêrxaneya aborî û sivîlan, herwiha rewşa xelkê xerabtir bûye.

Ji ber êrişan piraniya ziyanên digihêjin welatiyên sivîl û navendên xizmetguzariyê û pêdiviyên jiyana rojane ya nişteciyên wan navçeyan.

Herwiha li Hesekê piştî ku bombebaranên Tirkiyeyê zêdetir bûn 5ê Çiriya Pêşînê droneke Tirkiyeyê ji aliyê hêzên Amerîkayê hatibû xistin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder ragihandibû

“Fermandarên Amerîkî rewş wekî metirsiyekê nirxandin. Ew 500 metreyî nêzîkî cihê ku hêzên Amerîkayê lê bi cih bûne, hat.”

Nûçe cara ewil di Rudawê de hatiye weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …