Ji bo zimanê Kreol xebereke xweş

Dadgeha Îdarî ya Martiniqueê serîlêdana li dijî fermîbûna zimanê Kreol de red kir.

Dadgehê diyar kir, biryara parlamentoya Martinique “ji ber karaktera wê ya hiqûqî” encamekê bi xwe re nayne.

Ev jî îşareteke berbiçav e ku sînorên xweseriya lawaz a Martiniqueê nîşan dide.

Dadgeha Fransî biryara xwe ya derbarê fermîbûna zimanê Kreol a Martiniqueê de eşkere kir.

Dadgeha Îdarî ya Martiniqueê serîlêdana li dijî fermîbûna Kreol red kir.

Dadgehê diyar kir, biryara parlamentoya Martinique “ji ber karaktera wê ya hiqûqî” encamekê bi xwe re nayne.

Bi gotineke din, erka parlamentoya giravê tune ye biryarên bi vî rengî bide.

Ev jî îşareteke berbiçav e ku sînorên xweseriya lawaz a Martiniqueê nîşan dide.

Tevî vê jî, biryar ji bo hukumeta Martiniqueê ku dixwest zimanê Kreol biparêze, bû serfiraziyekê.

Parlamentoya Martiniqueê çend meh berê ligel zimanê Fransî statuya fermî dabû zimanê Kreol.

Bi heman biryarê de parlamentoya herêmî ji Fransayê daxwaz kiribû, derfetên perwerdeyê ji bo Kreol berfireh bike.

Niha ji 70,000 xwendekarên li Martiniqueê 4,000 jê perwerdeya Kreol dibin.

Helwesta waliyê Fransî

Walî dabû xuyakirin, “tekane zimanê Komara Fransayê Fransî ye” û Parlamentoya Martiniqueê vê binpê kiriye.

Piştî biryara derbarê fermîbûna ziman de, Walî Jean-Christophe Bouvier ji parlamentoyê daxwaz kiribû biryara fermîbûna ziman betal bike.

Walî dabû xuyakirin, “tekane zimanê Komara Fransayê Fransî ye” û Parlamentoya Martiniqueê vê binpê kiriye.

Helwesta waliyê Fransî li giravê rastî reaksiyonan hatibû.

Serokê konseya rêvebiriya Martiniqueê Serge Letchimy gotibû, mafê giravê heye zimanê fermî hilbijêre

Zimanê Kreol

Gelek ji zimanên Kreol, li ser bingeha gramer û peyvên Îngilîzî, Fransî, Portûgalî û zimanên xweciyan çêdibin.

Kreol cureyeke ziman e ku ji tevlîhevbûna çend zimanên din pêk tê.

Kreole bi giranî li giravên demeke dirêj di bin dagirkeriya dewletên Ewrûpî de mane, tên axaftin.

Ev ziman li giravên demeke dirêj di bin dagirkeriya dewletên Ewrûpî de mane, tên axaftin.

Gelek ji van zimanan li ser bingeha gramer û peyvên Îngilîzî, Fransî, Portûgalî û zimanên xweciyan çêdibin.

Infowelat

———————-

Harîteya bergê: Martinique. /Koafe.info

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …