Holandî li Walonyayê paş ve diçe

Holandî di dibistanên li herêma Fransîaxêv a li Belçîkayê gav bi gav paş ve diçe.

47 ji % xwendekarên li dibistanên navîn (121,300 kes) ên Walonyayê bi Holandî perwerde dibin.

Xwendekarên Walon ji zimanê Holandî bêtir Îngilîzî tercîh dikin.

Holandî di dibistanên li herêma Fransîaxêv a li Belçîkayê gav bi gav paş ve diçe.

Ji nîvî kêmtir xwendekarên zarok ên li herêma Walonyayê perwerdeya Holandî dibin.

Rojnameya La Libre Belgique derbarê vê meseleyê de nûçeyekê weşand.

Li gorî nûçeyê, 47 ji % xwendekarên li dibistanên navîn (121,300 kes) ên Walonyayê bi Holandî perwerde dibin.

Ev agahiyên dawî, ji ber îstatîstîkên sala perwerdeyê ya 2022-2023’an hatine wergertin.

Di sala par a perwerdeyê de ev rêje bi qasî 48.5 % hemû xwendekarên herêmê bûye.

Ev jî nîşan dide, di salekê de rêjeya xwendekarên perwerdeya Holandî dibin 1.5 % kêm  bûye.

Li Walonyayê xwendekar ji sala 5. a dibistana seretayî û şûn ve, li ser bingeha dilxwazî dikarin dersa Holandî werbigirin.

Foto: Perwerdeya Holandî li dibistaneke seretayî ya Walonyayê. /Jêder: Amisduneerlandais.org

Di heman sala perwerdeyê de 130,740 xwendekarên li Walonyayê perwerdeya Îngilîzî tercîh kirine.

Ji vê jî diyar dibe, xwendekarên Walon ji Holandî bêtir Îngilîzî tercîh dikin.

Belçîka welatekî federal e ku xwedî 2 herêman û 3 zimanan e (Holandî, Fransî, Almanî).

Siyaseta Flaman a herêma Holandîaxêf a Flanderê bi rê ve dibe, ji mêj ve ye di derbarê helwesta ziman a Fransîaxêvan de gilî û gazinan dike.

Flaman di wê baweriyê de ne, hukumeta Walon û heta astekê jî hukumeta Brukselê ji bo fêrbûna Holandî têra xwe hewlê nadin.

Li Brukselê rewş çawa ye?

Li paytexta Belçîka Brukselê di meseleya perwerdeya Holandî de rewş ji Walonyayê baştir e.

Holandî li hemû dibistanên Frankofon ên Brukselê derseke ferz e.

Xwendekarên Fransîaxêv, ji sala 3. a dibistana seretayî û şûn ve dest bi perwerdeya Holandî dikin.

Ligel dibistanên Brukselê, perwerdeya Holandî li çend bajarokên li ser sînorê ziman ê Fransî-Holandî jî ferz e.

Li dibistanên Flaman (perwerdeya bi Holandî) ên Brukselê jî ji pola 5. û şûn ve Fransî derseke ferz e.

Ku der e Walonya?

Walonya yek ji du herêmên bi ser Belçîkayê ve ye ku xwedî sîstemeke federal e.

Paytexta Walonyayê Namur e û Parlamentoya Walonyayê û navenda hukumeta herêmî li vî bajarî ye.

Walonya yek ji du herêmên bi ser Belçîkayê ve ye ku xwedî sîstemeke federal e.

Nifûsa vê herêma Fransîaxêv nêzîkî 4 milyonî ye.

Herêma Almanîaxêf a Belçîkayê ya li ser sînorê Almanyayê bi ser Walonyayê ve ye.

Lewma jî ligel Fransî, Almanî jî zimanê fermî yê Walonyayê ye.

Walonya herêma Fransîaxêf a Belçîkayê ye.  Nifûsa herêmê nêzîkî 4 milyon e. /Harîte: Frenchclasses.com

Paytexta Walonyayê Namur e û Parlamentoya Walonyayê û navenda hukumeta herêmî li vî bajarî ye.

Walonyaya yek ji pêşenga Şoreşa Sanayiyê bûye, di dawiya sedsala 19. de ji aliyê aboriyê ve lawaz bûye.

Ji salên 1960’an û vir ve herêma Flaman a Belçîkayê ji aliyê aboriyê ve pêşketiye û bi vê re jî girîngiya Walonyayê kêm bûye.

Infowelat

Fotoya bergê: Ala Walonyayê ligel ya Belçîka û Yekitiya Ewrûpayê. /Jêder: Malpera zanîngeha Liegeê

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …