Hikumeta Katalan di qanûna sînemayê de guherînê pêk tîne

 

 

Hikumeta katalan bi sebeba ku hiqûqa Yekitiya Ewropayê (YE) binpê dike, di Qanûna 20/2010’an a li ser sînemayê guherînê pêk anî. Bi vê guherînê wê fîlmên ewropî ji mecbûriyeta dûblaj an jêrnivîsa bi zimanê katalanî rizgar bibin. Lê li gorî qanûna nû wê hikumeta katalan Generalitat wekî berê xwedî damezrandina mekanîzmayên destekirina dûblaj û jêrnivîsa bi katalanî be.

Wezîrê Serokatiyê û berdevkê Hikumeta Katalan Francesc Homs di 1’ê Nîsanê de da xuyakirin ku ew xwe amade dikin ku pêşnûmaya ku li ser qanûna sînemayê amade kirine pêşkêşî Parlamentoya Katalonyayê bikin. Homs got ku di vê pêşnûmayê de hukmên ku zimanê katalanî diparêzin jî cî digirin û lewma jî ji bo normalkirina katalanî ya di qada sînemayê de astengiyekê pêk nayne. Herwiha Homs diyar kir ku bi texmîna wî wê li ser vê pêşnûmayê di parlamentoyê de nîqaşên gur derkevin holê.

hom2

Qanûna Sînemayê ya katalan mecbûr dike ku ji bo belavkirina wan a li ser axa Katalonyayê, divê ji % 50’yê fîlmên li derveyê Spanyayê hatine kişandin bi zimanê katalanî bên dûblajkirin an bi katalanî jêrnivîsa wan bên nivisandin.

Komîsyona Ewropayê diyarkiribû ku qanûna katalan a sînemayê belavkirina fîlmên li derveyê Spanyayê hatine kişandin bi sînor dike û lewma jî hiqûqa YE’yê ya di vî warî de binpê dike. Di Tîrmeha 2012’an de Komîsyona Ewropayê ji Spanyayê xwestibû ku di warê pêwîstiya guherandina Qanûna Sînemayê ya Hikumeta Xweser a Katalonyayê de hikumeta herêmî agahdar bike û paşê bersivekê jê re bişîne.

Çavkanî: Gencat.cat / Europapress.cat / Europarl.eu

 

 

 

la

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …