Nameyeke ji Serok Obama re ya di derbarê Kantonên Kurdistana Sûriyeyê û rola negatîf a Tirkiyeyê ya li dijî kurdan de

 

 

Birêz Serok Obama,

Di encama plana kolonyal a piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, gelê Kurdistanê bi riya parvekirina erdên wê ya bi awayê fîzîkî, hate parçekirin û di nava sê çandên dijmin ên bi navê ereb, fars û tirk de bû kêmar. Çand û nasnameya kurd bi bernameya hilweşiner a sîstemî re rû bi rû ma.

Vê çewsandina sîstematîk a kurdan bi hukmên Peymana Sykes-Picotê ku li Rojhilata Navîn çend netewe-dewletên herî nîjadperest damezrand, hat pêkanîn. Netewe-dewletên nû yên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê di berdêla nasnameya neteweyên din ên wekî kurd ku li ser erdên pêşiyên xwe xwecîhî bûn, hatin damezrandin. Vê hileya kolonyal kir ku gelên Rojhilata Navîn di nava ne aramî û pevçûnê de bijîn. Belkî vê nearamiya heyî ya Rojhilata Navîn encama rasterast a parvekirina nebiedalet a kolonyal a herêmê be ku niha di dîroka pevçûnê ya dirêj a herêmê de transformasyona herî kûr û bêîstîkrariyê derdixe holê.

Birêz serok, ji bo kurdan transformasyon di 1991’an de bi dagirkirina DYA’yê ya Iraqê û damezrandina qada ji firînê re qedexe, dest pê kir. Di 1992’an de kurd bi alîkariya DYA, Îngilîstan û Fransayê derfetên damezrandina rêvebiriya xwe li hin parçeyên Kurdistana Iraqê bi dest xistin. Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) wekî rêvebiriyeke nû ya xweser helbet xwedî hin kêmasiyane jî. Digel vê jî HHK hevaleke ku mirov pê bawer dibe yê DYA’yê û berjewendiyên wê yên li Rojhilata Navîn e. Lê digel hevkariya domdar a HHK’ê, kurd desteka ji dil a DYA’yê hîn bi dest nexistine.

gundi2 copy

Ji bilî vê, di asta herêmî de têkiliyên Tirkiyeyê bi kurdan re bi probleme. Digel ku Tirkiye ji peymana wê ya ne zelal a petrolê ya bi HHK’ê re feydeyê dibîne û petrola kurdan bi kar tîne, hikumeta Tirkiyeyê nêzîkbûna xwe ya polîtîk a mafên neteweyî û demokratîk ên kurdan ên li Kurdistana Iraqê neguherandiye û hîn jî desteka xwe ya ji bo hin komên mixalif ên di Hikumeta Herêmî yê Kurdistanê didomîne. Ji vê jî bêtir, Tirkiye asteng dike ku gelê kurd ê li Kurdistana Sûriyeyê bibe xwedî statuya ku nasnameya wê ya kurd nîşan dide.

Wekî din, Tirkiye naskirina mafên destûra bingehîn ên welatiyên Kurdistanê yên li Tirkiyeyê red dike. Tekane hiqûqa ku Tirkiyeyê di vî warî de tetbîq kiriye di Îlona 2013’an de dema ku hikumeta Tirkiyeyê qedexeya 85 salan a li ser tîpên q, x û w’yê ku di alfabeya kurdî de cî digirin betal kiriye, derketiye holê.  Lê divê Tirkiye kurdan bi riya destûra bingehîn wekî du etnîsîteyên sereke (tirk û kurd) yên li Tirkiyeyê qebûl bike. Kurd xwedî nasnameya neteweyî, ziman û çanda xwe ne û divê bi riya destûra bingehîn bên naskirin.

Birêz serok, dema sê sal berê bêaramî gihîşt Sûriyeyê, kurdên li vê parçeya Kurdistanê xwe ji etnîsîteyeke ne xwedî mafê welatîbûn û nasnameyê guherandin kantonên xweser ên Kurdistana Sûriyeyê. Di van kantonan de hemû komên ne kurd ên wekî ereb û asûrî di rêvebiriyên nû hatine damezrandin de wekî hevparên wekhev in. Lîdertiya kolektîf a li vê parçeyê Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn modelekê afirandiye. Di vê modelê de etnîsîteyên cihêreng bêyî ku yek ji wan wekî piranî û yê din wekî kêmar bên binavkirin, dikarin di nava harmoniyê de bijîn. Lê Tirkiye bi awayekî xurt li dijî vê transformasyona Kurdistana Sûriyeyê derdikeve.

Em niyeta Tirkiyeyê li aliyekî bihêlin, birêz serok, tiştê ku gelê kurd li Kurdistana Sûriyeyê afirandiye vîzyona wê ya ji bo pêşerojê û riya ku ew dixwaze li ser bingeha wekheviyê bi hemû kesên ku li wir dijîn –kurd û kesên ne kurd-  re bi hev re bijîn, nîşan dide. Ev tê vê wateyê ku kurd naxwazin netewe-dewletekê ku bi tenê kurd xwediyê welat in biafirînin. Ji ber vê yekê, divê hikumeta DYA’yê bi armanca afirandina mînakeke demokrasiyê û wekheviyê ya li Rojhilata Navîn a pêşerojê, vê modelê destek bike.

Ji bilî vê, digel ku tê gotin Tirkiye bi armanca dîtina çareseriyeke aştîxwaz a ji bo meseleya kurd a li Kurdistana Tirkiyeyê bi Abdulah Ocalan re qenala diyalogê vekiriye, muzakereyên hikumeta Tirkiyeyê dikare wekî minawreyekê bê binavkirin. Ji ber ku Tirkiye hîn gaveke hiqûqî ya pratîk a ber bi pêş ve ku bersivê bide nêzîkbûna aştîxwaz a Ocalan navêtiye û çareseriyeke li ser bingeha destûra bingehîn a ji bo pêkanîna biratiya muhtemel a tirk û kurd nedîtiye.

Birêz serok, girtina Abdulah Ocalan di girtîgehê de û PKK di lîsteya terorîstan de wê bi tenê xisarê bide pêvajoya aştiyê ya kurd-tirk. Lewma, wekî namzetê xelata Nobelê û Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê em ji we daxwaz dikin ku hûn ji bo serbestberdana Abdulah Ocalan ku bi rastî ji bo Rojhilata Navîn ku etnîsîteyên cihêreng bikaribin di nava aştiyê de bi hev re bijîn vîzyoneke nû derxistiye holê, zextê bikin. Birêz serok, berdewamkirina alîkariyê ji neteweyeke xwedî destûreke bingehîn a wiha myop (nekare dûr bibîne-wrgr-) ku bi tenê mafên tirkan nas dike, wê li dijî rûmetên amerîkayî be. Di paşerojê de, li ser têkiliyên Tirkiyeyê û Kurdistana Iraqê bandora we ya pozîtîf çê bû. Em bang li we dikin ku ji bo sekneke bi vî awayî ya pratîk a di warê kantonên Kurdistana Sûriyeyê de û gelê Kurdistana Tirkiyeyê de zextê li Tirkiyeyê bikin.

Em ê ji bo serfiraziya we dua bikin.

Bi silavên ji dil,

Kirmanc Gundî,

Profesor

Zanîngeha Eyaletê ya Tennesseeyê

————–

Kirmanc Gundî di Departmana Rêvebiriya Perwerdeyê û Lîdertiyê ya li Zanîngeha Eyaletê ya Tennesseeyê profesor e. Vê nameya Gundî ku di 25’ê Adarê de ji Serokê DYA’yê Barack Obama’re hatiye şandin, di bloga Kigundi.blogspot.com’de bi îngilîzî hatiye weşandin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …