Herêma Juraya Bernê dixwaze xweseriya xwe xurt bike

 

 

Konseya Berna Jurayê ya li Swîsreyê piştî referandûma ji bo veqetînê, biryar da ku ji Bernê besatiyên zêde bi dest bixe. Di nava besatiyên hatine daxwazkirin de pêkanîna hevpariya rasterast a bi Kantona Juraya ku bi fransî diaxivin û xurtkirina taybetiya xwe ya duzimanî (almanî û fransî) cî digire.

Bi armanca biryarê bide ku ew dixwaze di nava Kantona Bernê de hebûna xwe dom bike an tevlî Kantona Jurayê bibe, di 24’ê Mijdarê de li herêma Berna Jurayê referandûm hatibû lidarxistin. Di vê dengdayinê de ji % 71’ê hilbijêran ji bo dombûna statûya heyî ya di nava Kantona Bernê de dengên xwe dabûn. Lê ji % 55’ê hilbijêrên bajarê sereke yê herêmê Moutier ji bo veqetînê tercîh kiribûn.

Yek ji armancên daxwazkirina hêzên nû ya ji aliyê Kantona Bernê, astengkirina veqetîna Moutierê ye. Li gorî encama dengdayinê, mafê Moutier heye ku ji bo beşdariya Kantona Jurayê dengdayineke nû di nava sînorên bajêr de li dar bixe. Konseya Berna Jurayê piştî civîna xwe ya li ser mijarê daxuyaniyek da raya giştî û destnîşan kir ku ew naxwaze Moutier ji Juraya Bernê veqete û tevlî kantona fransîaxêf a Jurayê bibe.

juraya bern

Di çarçoveya plana ji bo daxwazkirina besatiyên nû hatiye amadekirin ku wekî Statu Quo + hat binavkirin, konsey dixwaze ji bo “xurtkirina hevpariya rasterast” a bi kantonên cîran ên fransîaxêf Jura û Neuchatelê re bibe xwediyê besatiyên nû û karaktera duzimanî ya fermî ya Kantona Bernê bê parastin. Di nava besatiyên din ên tên daxwazkirin de besatiya biryardayina ji bo çalakiyên ziman û fînansekirina wan, koordînasyona perwerdeyê ya herêmên fransîaxêv re, peywirdarkirina nûnerên herêmê di saziyên wekî komîsyona kar, komîsyona çandê û saziyên hevpar ên navjurayan de, besatiya muzakereyê ya di qadên ziman û çandê de û di têkiliyên navjurayan de û besatiya beşdariya polîtîk di hemû mijarên ku li ser herêmê tesîreke wê heye.

Digel hewldanên ji bo domandina statuya heyî ya herêmê, şaredarê Moutierê Maxim Zuber da xuyakirin ku bi armanca tevlîbûna Jurayê, wê bajarî wî di 7’ê Îlona 2015’an de referandûmeke nû li dar bixe. Zuber diyar kir ku piştî encama referandûmê, “Moutier hîn nebûye bajarekî Jurayê lê êdî ne bajarekî Bernê jî ye” û pê de çû û got ku dema Moutier tevlî Jurayê bibe bi îhtimaleke mezin gund û navendên din ên li derdorê jî wê bi awayekî erênî li fikra tevlîbûna kantona nû binêrin.

Di dengdayinê de faktora olê

Herêma Juraya Bernê bi fransî diaxive û lewma jî hin derdor texmîn dikin ku wê di dengdayinê de rola ziman zêdetir be. Encamên referandûmê nîşan dan ku tesîra cûdabûna ziman di dengdayinê de ne zêde bûye lê di dewsa wê de cûdabûna olî derketiye pêş. Li Berna Jurayê wekî piraniya Kantona Bernê, protestan piraniyê pêk tînin. Berevajiya vê, li Kantona Jurayê hejmara Katolîkan zêdetir e. Bi tenê bajarê Moutier ku katolîk lê zêdene, ji bo yekitiya bi Jurayê re di referandûmê de got “erê.”

Çavkanî: Nationalia, Counseildujurabernois.ch

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …