Roja Neteweyî ya Swîsreyê

Swîsre di 1ê tebaxê 1291an de bi yekîtîya sê kantonan hat damezrandin.

Kantonên Schwyz, Uri û Unterwalden di vê rojê de Tifaqa Rütli îmze kirin.

Heta Peymana Westphaliayê (1648) kantonên di nava yekîtîya Swîsreyê de wekî dewletên serbixwe bûn.

Îro roja neteweyî ya Konfederasyona Swîsreyê ye.

Swîsre di 1ê tebaxê 1291an de bi yekîtîya sê kantonan hat damezrandin.

Kantonên Schwyz, Uri û Unterwalden di vê rojê de Tifaqa Rütli îmze kirin.

Di sedsala 14. de çend tifaqên din di navbera kantonan de hatin îmzekirin û gav bi gav sînorên Swîsreyê berfireh bûn.

Heta Peymana Westphaliayê (1648) kantonên di nava yekîtîya Swîsreyê de cî digirtin wekî dewletên serbixwe bûn.

13 kantonên ewil ên tevlî Swîsreyê pêk anîbûn/Wikipedia

Kanton digel kontrolkirina hemû karûbarên navxweyî, xwedîyê hêzên xwe yên leşkerî bûn.

Di 1481an de hejmara kantonên tevlî Swîsreyê bûbûn 8.

Hejmarê kantonan di 1798an de gihîştibû 13yan.

Bi tevlîbûna kantonên nû û bi biryarên dameznrandina hin kantonan, hejmara îro ya kantonan 26 e.

Dewleta federal a 1848an 

Swîsre di 1848an de bi destûreke nû ya bingehîn bû welatekî federal.

Bi destûra nû hêzên leşkerî, karûbarên derve, telekomunîkasyon, xizmetên postayê, koçberî û destûra ji bo penaxwazan ketin destên hukumeta federal.

Tevî vê jî kantonên Swîsreyê otonomîya xwe ya berfireh parastin.

Her kanton xwedîyê destûreke bingehîn, parlamento, hukumet, hêzên polîs û dadgehên xwe ne.

Loma jî federalîzma Swîsreyê li cîhanê yek ji sîstema herî li pêş e ya di warê parvekirina erkê bi herêman re.

——————————————

Foto: Ala Swîsreyê

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Serhildan û “Turkiyelileşme” bi hev re nabin

Siyaseta wekî temsîlkarê kurdan tê qebûlkirin, hemû derfetên gelê kurd ji bo serkeftina hilbijartinan bi …