Ez vê wekî “modela cappucino” pênase dikim: Di bin banê vê de wê li hemû aliyên Belçîkayê bingeheke fînansî ya federal hebûna xwe bidomîne. Ewlekariya sosyal a bingehîn, ewlekarî û polîtîkaya derve wê di bin banê vê de be. Ev qehwe ye. Lêbelê eyaletên federal ew ê serbest bin ji bo bikaribin çiqas şîr, krem, tarçîn an kakao têxin nava qehweyê.
Belçîka welatekî xwedî cihêrengiya etnîk û ziman e ku bi sîstema xwe ya federal balê dikişîne.
Partiyên mezin ên Flaman federalîzma heyî têr nabînin û ligel serxwebûnê, konfederalîzmê gotûbêj dikin.
Malpera Doorbraak a Belçîkayê ya bi Holandî weşanî dike, li ser van nîqaşan bi fîlozof û aktîvîstê zimanê Holandî Philippe Van Parijs re hevpeyvînekê kir.
Parijsê ku di 20 salên dawî de kotayeke wekîlên federal diparêze, careke din pêşniyazê xwe dûbare kir.
Parijs got, ji bilî hilbijartinên li her sê herêman, divê di asta federal de jî 15 wekîl ji bo Parlamentoya Belçîkayê bên hilbijartin.
Li gorî lêkolînerê Flaman, partiyên polîtîk wê di dema hilbijartinan de neçar bimînin 15 namzetên bi her du zimanên Belçîkayê dizanin nîşan bidin.
Parijs da zanîn bi riya vê pratîkê wê federalîzma Belçîkayê xurtir bibe û karê biryardayinê ya parlamentoyê baştir bimeşe.
Çima konfederalîzm nabe?
Li ser pirsa ku di Belçîkayeke konfederal de wê hilbijartina wekîlên di asta federal de pêkan bibe an na, Parijs wiha axivî:
Ez ji konfederalîzmê bawer nakim. Em çiqas dikarin bibin welatekî konfederal? Ev gotineke klîşe ye. Ka em li Brukselê binêrin. Hîn em difikirin ku bajêr ji du komên ziman pêk hatiye. Ev êdî ne rast e û fikreke kevn e. Ez vê ji bo avêverên fransî ya Brukselê re jî dibêjim. Şêniyên Brukselê êdî ne Flaman an Walon in. Lewma jî divê konfederalîzm herî kêm di navbera sê herêman de bê damezrandin. Problem ne qayilkirina Flamanan e ya bi konfederalîzmeke ji sê herêman pêk tê. Problema sereke ya konfederalîzmê pêkhatina vetokrasiyekê ye. Ev model encax dema hemû dewlet ji bo hemû biryaran li hev bikin dimeşe. Ev ji bo du dewletan modeleke dijwar e. Îcar li konfederalîzmeke ji sê an çar dewletan pêk tê bifikirin. Yek vetoyekê dikare her tiştî asteng bike. Ê paşê em ê çi bikin?
Problema sereke ya konfederalîzmê pêkhatina vetokrasiyekê ye. Ev model encax dema hemû dewlet ji bo hemû biryaran li hev bikin dimeşe. Ev ji bo du dewletan modeleke dijwar e. Îcar li konfederalîzmeke ji sê an çar dewletan pêk tê bifikirin. Yek vetoyekê dikare her tiştî asteng bike. Ê paşê em ê çi bikin?
Federalîzma Swîsreyê
Philippe Van Parijs ji bo argumanên xwe xurtir bike mînaka modela rêvebirinê ya Swîsreyê da.
Fîlozofê Flaman wiha axivî:
Lewma jî niha li cîhanê tu konfederasyon tune ne. Swîsre bi awayekî fermî konfederasyon e ku kantonên wê xwedî otonomiyeke berfireh in. Karûbarên fînansî jî di nava vê otonomiyê de ye. Lêbelê li hemû kantonan heman partiyên polîtîk hene. Ji bo biryarên li ser hin cureyên pergala bacê an perwerdeya bilind divê di asta federal de biryar bê dayîn. Bo nimûne, li her kantonî zanîngeh an kolejeke bi ser kantonê ve tune ye.
Modela cappucino
Parijs di berdewamiya bersiva xwe de ji bo Belçîkayê federalîzma terîtoryal pêşniyaz kir û dîtinên xwe wiha formule kir:
Ez alîgirê Belçîkayekê me ku ji çar eyaletan pêk tê û hemû jî ne di dewleteke konfederal de lê di bin banê dewleteke federal de hatine cem hev.
Li ser pirsa ku ew li ser nîqaşên problemên fînansî ya di bin modelên federalîzmê de çi difikire Parijs vê bersiva balkêş da û “modela cappucino” pêşniyaz kir:
Ez alîgirê modela şefafiyê ya fînansî me. Ez vê wekî “modela cappucino” pênase dikim: Di bin banê vê de wê li hemû aliyên Belçîkayê bingeheke fînansî ya federal hebûna xwe bidomîne. Ewlekariya sosyal a bingehîn, ewlekarî û polîtîkaya derve wê di bin banê vê de be. Ev qehwe ye. Lêbelê eyaletên federal ew ê serbest bin ji bo bikaribin çiqas şîr, krem, tarçîn an kakao têxin nava qehweyê. Ew ê vê jî bi fonên di destên xwe de bikin. Bi vê jî cappuccino çêdibe.