Miletê Polonyayê dewletê hişyar kir

Li Polonyayê çalakiyeke mezin li dijî hukumeta Andrzej Duda hate lidarxistin.

500 hezar kesên tevlî çalakiyê bûn hukumetê protesto kirin.

Li Polonyayê nerazîbûna li dijî hukumeta Andrzej Duda her ku diçe kûr dibe.

Mixalif dawiya hefteya borî çalakiyeke mezin li paytext Warşovayê li dar xistin.

Tê texmînkirin, li derdora 500,000 kes tevlî vê çalakiya dêwane bûn.

Bi hejmara beşdaran, xwepêşandana dawî çalakiya herî mezin bû ku ji dema 1989’an û vir ve hatiye lidarxistin.

Hêrsa li hemberê polîtîkayên otorîter ên hukumeta li ser kar û helwesta wê ya negatîf a derbarê pîvanên demokratîk ên Yekitiya Ewrûpayê de mora xwe li çalakiyê xist.

Herwiha, hêrsa li hemberê polîtîkaya aboriyê û bilindbûna buhayên berheman li Warşovayê derket pêş.

Lech Walesa. Lîderê navdar ê li hemberê Polonyaya Komunîst pêşengiya xwepêşandanan kiribû, tevlî çalakiyê bû. (Foto:Wikipedia)

Ji bilî paytextê, di serî de li Krakowê, li bajarên din jî di heman rojê de mixalif derketin kolanan.

Biryara lidarxistina çalakiyê ji aliyê Platforma Medenî (Platforma Obywatelska) ve hate girtin.

Hêzên din ên mixalif kurtedemek beriya bê çalakiyan, biryara tevlîbûna xwe ragihandin.

Lîderê Platformê Medenî Donald Tusk pêşengiyê ji çalakiya li paytextê re kir.

Donald Tuskê ku beriya niha serokatiya Konseya Ewrûpayê jî kiribû, bi vî awayî zexta xwe ya li ser hukumeta Duda derxist asta herî bilind.

Yek ji kesekî din ê navdar ê ligel Dusk destekê da protestoyê Lech Walesa bû.

Lech Walesa lîderê tevgera karkeran Solidarność (Piştgirî) bû ku di dema Polonyaya Komunîst de li dijî rejîmê çalakiyên mezin li dar xistibû.

Hukumeta Andrzej Duda

Hukumeta Duda a rastgir û neteweperest, di serî de mafên jinê, li hemberê kêmarên zimanî û zayendî polîtîkayeke katolîk-muhafazakar dişopîne.

Andrzej Duda. Serokê rastgir-neteweperest ê Polonyayê ji 2015’an û vir ve li ser kar e. (Foto: Wikipedia)

Andrzej Duda ku endamê partiya Hiqûq û Edaletê bû, di 2015’an û vir ve bênavber serokatiya Polonyayê dike.

Partiya wî ya rastgir û neteweperest, di serî de mafên jinê, li hemberê kêmarên zimanî û zayendî polîtîkayeke katolîk-muhafazakar dişopîne.

Polonya di demên dawî de bi biryarakê hiqûqa xwe serdestê hiqûqa Ewrûpayê qebûl kiribû.

Bruksel hukumeta li Warşoveyê bi awayekî tund hişyar kiribû û cezayên giran anîbû rojevê.

Infowelat

——————-

Foto: Platforma Obywatelska 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …