Parlamentoya Fransayê pêşniyazqanûna penaberiyê red kir

Parlamentoya Fransayê rêya pejirandina pêşniyazqanûna li ser penaberiyê girt.

Parlamento di rûniştina xwe ya duh de bi biryarekê gotûbêja li ser vê belgeyê red kir.

Ev jî bû derbeyeke giran li hemberê hukumeta Emanuel Macron.

Parlamentoya Fransayê rêya pejirandina pêşniyazqanûna li ser penaberiyê girt.

Pêşniyazqanûna nîqaşbar di bin berpirsiya Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin de hatibû amadekirin.

Parlamento di rûniştina xwe ya duh de bi biryarekê gotûbêja li ser vê belgeyê red kir.

Ev jî bû derbeyeke giran li hemberê hukumeta Emanuel Macron.

Piştî vê şikestina siyasî, Gerald Darmanin xwest ji karê xwe îstifa bike.

Lêbelê Macron îstifaya Darmanin red kir û jê daxwaz kir, ji bo pêşniyazqanûnê bide qebûlkirin rê û rêbazên din bibîne.

Beriya dengdanê, Darmanin di axaftina xwe ya di parlamentoyê de bang li parlamenteran kiribû pêşniyazqanûnê red nekin.

Bi dûv vê dengdana di parlamentoyê de, belgeya hukumeta Macron wê li Senatoyê bê vegerandin an jî wê hukumet dawî li proseya wê ya hiqûqî bîne.

Naveroka pêşniyazqanûnê

Aliyê herî nîqaşbar ê pêşniyazqanûnê derbarê penaberan de ne ku li Fransayê sûc kiribin.

Li gorî teksta vê belgeyê, “kesên biyanî yên sûc kiribin wê bikaribin ji welat bên dersînorkirin.”

Aliyê herî nîqaşbar ê pêşniyazqanûnê derbarê penaberan de ne ku li Fransayê sûc kiribin.

Li gorî teksta vê belgeyê, “kesên biyanî yên sûc kiribin wê bikaribin ji welat bên dersînorkirin.”

Belge ji bo penaber û koçberên tên Fransayê kotayekê diyar dike û dawî li hemû xizmetên tenduristiyê yên lezgîn ên ji bo kesên bêkaxiz bidawî dike.

Lêbelê hukumeta Macron vê pêşniyazqanûnê ji bo problemên welêt ên penaberiyê wekî pêwîstiyekê nîşan dide.

Hukumet dide zanîn, ligel hin tedbîrên hişk jî, bi vê pêşniyazqanûnê wê kesên bê kaxiz bilez derbasî tomara penaberan bên kirin.

Bi vê gavê hukumeta fransî dixwaze kêmasiya karkeran a ji bo hin sektorên kar siviktir bike.

Infowelat

Foto: Dengdana di Parlamentoya Fransayê de /Foto: Medyaya Sosyal

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …