Çîn ji xweseriya Hong Kongê ne dilxweş e

 

 

Hikumeta Çînê bi raporekê da xuyakirin ku Hong Kong girêdayê wê ye û bi tenê xwedî xweseriyeke bisînorkirî ye. Tê ragihdandin ku vê gavê li hember hewldanên aktîvîstên alîgirên xweseriyê yên ji bo hilbijartina 2017’an hatiye avêtin.

Hong Kong koloniyeke Brîtanyayê bû û bi peymaneke ku di 1997’an de di navbera Brîtanya û Çînê de hat îmzekirin ji Çînê re hat hiştin. Li gorî vê peymanê, di çarçoveya “Yek welat, du sîstem de” ji bilî têkiliyên dîplomasî û parastina herêmê xweseriyeke berfireh ji bo Hong Kongê dihat naskirin.

Lê di rapora ji aliyê Konseya Dewletê ku peywira hikumeta Çînê tîne cî hat weşandin de tê diyarkirin ku sînorên xweseriya Hong Kongê ji aliyê dewletê ve tê diyarkirin. Raporê radigihîne ku xweseriya Hong Kongê ne xweseriyeke berfireh e û ne jî hêzên desentralîzebûyî di destên vî bajarî de ne. Rapor diyar dike ku “hêza meşandina karên lokal ên ku ji aliyê lîdertiya navendî ve hatiye diyarkirin” di destê Hong Kongê de ye.

Serokê Partiya Kedê Lee Cheuk-Yan got ku ew bawer dike ku vê raporê ji bo hişyarkirina aktîvîstên xebata hilbijartinê dikin hatiye amadekirin. Endamê Konseya Qanûnsaz a Hong Kongê û lîderê Partiya Medenî Alan Leong jî li ser dema weşandina raporê sekinî û wiha got: “Eşkereye ku hedefa raporê çalakiyên bi navê Navendê Dagirbikin yên ji bo 20-22 Hezîranê hatine plankirin in. Dixwaze gelê Hong Kongê bitirsîne da ku ew ranebin û dengên xwe nedin. Eger em niha ranebin, wê daxwaza me ya ji bo mafê dengdayinê ti car pêk neyê.”

Çavdêrê polîtîkayê Johnny Lau jî got ku rapor nîşan dide ku baweriya Pekînê ya bi “yek welat, du sîstem” kêm bûye û wiha dom kir: “Hikumeta navendî hîs dike ku hêzên derve yên ne dost mafê wê yê li ser Hong Kongê înkar dikin. Ew dixwazin bi vê raporê van hêzan dûr bixin.”

Çîn qebûl kiriye welatiyên Hong Kongê di hilbijartina 2017’an de lîderê xwe hilbijêrin lê nayê zanîn ku beriya hilbijartinê wê namzet ji aliyê rêvebirên Çînê bên vekolînkirin an na. Hin rêvebirên payebilind ji niha ve dane xuyakirin ku divê komîteyeke ku ji 1,200 endaman pêk bê ku wê bi giranî alîgirê hikumeta Pekînê bin, namzetan diyar bike.

hong kong_macau_taiwan

Sîstema “Yek welat, du sîstem”

Navê “Yek Çîn, du sîstem” jî li vê sîstemê tê kirin. Vê binavkirinê di destpêka salên 1980’an de ji aliyê serokê Çînê Deng Xiaoping ve bi armanca yekitiya Taywan, Hong Kong û Macauyê ya bi Çînê re hat formûlekirin. Wî bi vê fikra xwe dixwest nîşan bide ku bi tenê welatekî (Çîn) lê hin herêmên cuda yên di nava vî welatî de (Taywan, Hong Kong û Macau) hene. Di çarçoveya vê formûlê de van her sê herêman sîstemên xwe yên hiqûqî, aborî û heta hin têkiliyên xwe yên bi derve re dom dikin lê li aliyên mayî yê Çînê sîstema sosyalîst serdest e.

Di 1984’an de Deng Xiaoping di hevdîtinên xwe yên bi hikumeta Brîtanya û Portekîzê (ji bo Macao) re pêşniyaz kir ku heta pêncî salan sîstema li van her du koloniyên kevn (li Hong Kongê heta 2047’an û li Macaoyê heta 2049’an) bidome. Ev pêşniyaz ji aliyê her du hikumetan ve hatiye qebûlkirin. Lê nehatiye diyarkirin ku piştî pêncî salan wê li van her du herêman kîjan sîstem bê ferzkirin.

Çavkanî: Rfa.org / Wikipedia.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …