Aloziya li dora serdana muhtemel a Pelosî ya bo Taywanê kûrtir dibe
Çînê bi daxuyaniyekê careke din gef li Amerîkayê xwar
Amerîka jî di cî de bersiv da û ji bo kûrkirina aloziyê Çînê berpirs nîşan da
Nancy Pelosiya ku serdana Asya-Pasîfîkê didomîne, di navenda aloziyeke nû ya cîhanê de ye.
Çîn bi gefan hewl dide pêşî li serdana berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ya ji bo Taywanê bibire.

Rêvebiriya Pekînê bi daxwiyaniyek din asta gefa xwe ya li dijî Amerîkayê zêde kir.
Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê Zhao Lijian got, eger ev serdan pêk were wê artêşa Çînê li hember vê bêdeng nemîne.
Bi vî awayî, cara yekemîn rêvebiriya Çînê di nakokiyên xwe yên bi Amerîkayê re qala bikaranîna hêza leşkerî kir.
Bersiva Amerîkayê nerm bû
Rêvebiriya Washingtonê li hember vê bêdeng nema û lê dîsa jî nexwest rasterast bersiveke hişk bide Çînê.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antonî Blinken got, eger aloziya di meseleya serdanê de kûr bibe wê berpirsê vê Çîn be.
Daxuyaniyek din a Amerîkayê ya di heman mijarê de ji aliyê Qesra Spî ve hate dayîn.

Koordînatorê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby ji bo provokasyonên leşkerî neke Çînê hişyar kir.
Herwiha Kirby got, polîtîkaya Amerîkayê ya di meseleya yekitiya Çîn û Taywanê de neguherî ye û ew ê “prensîba Çîna yekgirtî” biparêzin.
Di çarçoveya vê polîtîkayê de Amerîka Çîn û Taywan wekî yek miletekî qebûl dike û yekitiya herduyan dixwaze.
Lê Washington dixwaze yekitî bi dilê Taywanê pêk were û Çîn rêzê ji rejîma parlementer a Taywanê re bigire.