Bolîvya li dijî herêmên rojhilat cudaxwaziyê dike

 

 

Bolîvya bi awayekî fermî xwe wekî welatekî pirneteweyî nîşan dide lê welatiyên li herêma Santa Cruzê ya li Rojhilatê Bolîvyayê dijîn difikirin ku Bolîvya rêzê ji nasnameya wan a herêmî re nagire. Xebateke dawî ya li ser vê mijarê hat weşandin de nîşan dide ku ciyê sembolên çandî û herêmî yê Santa Cruzê di dema eşkerekirina nasnameya fermî ya Bolîvyayê de ji sembolên din biçûktirin.

Xebata ku kurtedemek berê hat weşandin diyar dike ku Bolîvya wekî tê îdîakirin “dewleteke pirneteweyî ye” lê di heman demê de “andsentrîk e” (bi spanyolî andinocentrista), ji ber ku nasnemaya Bolîvyayê li ser nasnameyên gelên Çiyayên And hatiye damezrandin.

Vê xebata ku di çarçoveya “Neteweya bolîvyayî ya di dema dewleta pirneteweyî de” ku ji aliyê Bernameya Vekolîna Stratejîk a Bolîvyayê (PIEB) hat meşandin, eşkere dike ku dewlet serdestiya hêmanên and a li ser sembolên rojhilat qebûl dike. Di xebata ku ji aliyê Lêkolîner Claudia Arce û Yuri Torrez ve hat kirin destnîşan kir ku sembolên rojhilat ên wekî kulîlka bi navê Patuju di bin serdestiya Kantuta û Whipala yên Çiyayên And’de ne.

flor_patuju

Lêkolîner di warê bikaranîna hin sembolên neteweyî ya ji aliyê gelên andî,  vê dîtinê pêşkêş kirin: “Bo nimûne, Tiwanucu qadeke arkeolojîk e ku dema Şoreşa 1952’an de wekî navendeke girîng hatiye qebûlkirin lê di çarçoveya pirneteweyiyê de vê qadê xwedî giringiyekê ye ku komên xwecî yên li zozanên And ew der kirine semboleke ji bo hêza xwe.”

Xebateke din a bi vî rengî ya ji aliyê Daniela Osorio ve hat kirin diyar kir ku nasnameya neteweyî ji ya herêmî derdikeve. Di xebatê de hat destnîşankirin ku yekitiya Bolîvyayê bi riya cihêrengiyê pêk tê û pêşdaraziyên hikumeta navendî ya wekî ku xweserî welat parçe dike, rexne kir.

Doza xweseriya Santa Cruzê

Santa Cruz herêma herî mezin ê Bolîvyayê ye ku di 1826’an de hatiye damezrandin. Paşê du herêm ku yek ji wan bi navê Beni (1842) û ya din Pando (1938) ji Santa Cruz hatine veqetandin. Bi van gavan hatiye xwestin ku nasnameya herêmê bê qelskirin.

Tevgera herêmparêziyê di destpêka sedsala 20’emîn de li herêmê destpêkiriye û heta niha dom kiriye. Cara pêşiyê di 1923’an de partiyeke herêmparêz a li Santa Cruzê hat damezrandin. Partiyê di manîfestoya xwe de navendîparêziya dewletê rexne kir û xurtkirina nasnameya herêmî pêşniyaz kir.

Tevgerên polîtîk ên herêmparêz di xebatên xwe yên di navbera 1982-2000’î de polîtîkayeke bi navê “demokratîk û desentralîzeker” dihat naskirin, pejirandin û bi vê perspektîfê xebatên xwe domandin. Di salên 1980’an de Komîteya Santa Cruzê ku di pêvajoya têkoşîna ji bo xweseriyê de derketibû holê, li ser modela dewletê ya ji xweseriya herêman re rêzê digire, xebitiye. Di Rojên Santa Cruzê 2000’î ya ku ji aliyê vê komîteyê ve di sala 1986’an de hatiye lidarxistin de projeyeke xweseriya herêmên Bolîvyayê hatiye zelalkirin û bi vê armancê ji dewletê hatiye xwestin ku destûra bingehîn biguherîne.

bolivia_autonomy

Di pirtûka bi navê “Neteweya Deştê” ku di 1996’an de hat weşandin de li ser doza xweseriya Santa Cruzê bandor kir. Di pirtûka ku ji aliyê Carlos Valverde hat nivîsandin de Valverde bi bîr tîne ku 850.000 km2 yê ji erda Bolîvyayê ku bi tevahî 1.274.095 km2 ye, erda neteweya deştê (Beni, Santa Cruz, Pando û Tarija) û erda mayî jî yên li ser wîlayetên Perûya Bilind e.

Di sala 2000’î de tevgera xwerîparêz a bi navê MANC (Tevgera Xweserîparêz a Neteweya Camba) li herêmê hat damezrandin. Di manîfestoya ji aliyê vê tevgerê hat weşandin de doza “Tifaqa Nû ya bi Dewleta Bolîvyayê re” hat kirin. Di vê çarçoveyê de dihat xwestin ku xweseriya erda cruzî û têkiliyên xurt ên dîrokî û sosyo-çandî yên di navbera Santa Cruz, Beni û Pandoyê de bên naskirin.

Çavkanî: Noticiasbolivianas.com / Santacruz.gob.bo

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …