Dadgeha Ewrûpayê ceza li Hûngaryayê birî

Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê (ECJ) ji ber binpêkirina mafên penaxwaza 200 milyon euro ceza li vî welatî birî.

Dadgeha li Luxembourgê ligel vî cezayî, biryarê da heta Hûngarya rojane 1 milyon euro cezayê bide.

Yekîtîya Ewrûpayê sekna xwe ya li hemberê Hûngaryayê (Macaristan) hişktir dike.

Dadgeha Edaletê ya Ewrûpayê (ECJ) ji ber binpêkirina mafên penaxwaza 200 milyon euro ceza li vî welatî birî.

Dadgeha li Luxembourgê ligel vî cezayî, biryarê da heta Hûngarya rojane 1 milyon euro cezayê bide.

Ev ceza heta hukumeta Budapeşteyê hiqûqa Ewrûpayê ya di meseleya penaberîyê de pêk bîne wê dewam bike.

Komîsyona Ewrûpayê ji ber binpêkirina hiqûqa Yekîtîya Ewrûpayê gilîyê Hûngaryayê kiribû.

Tê ragihandin, komîsyonê li bende nebûye ku ceza ewqas giran bibe.

Cara ewil, ECJ di 2020an de biryarê dabû, ji ber her hebûna kampên transît ên Röszke û Tompayê Hûngarya hiqûqa penaberîyê îhlal kirîye.

Piştî biryarê, Hûngarya paş ve gav avêtibû û herdu kampan girtibû.

Lêbelê Hûngarya polîtîkaya xwe ya antî-penaber dewam kiribû û loma jî Yekîtîya Ewrûpayê li hember vî welatî tedbîrek din girtibû.

Brukselê di 2022an de  7.5 milyar euroyê wê bide Hûngaryayê qut kiribû.

Penaberên kaçax nayên qebûlkirin

Hûngarya tekane endamê Yekîtîya Ewrûpayê ye ku penaberên bi kaçaxî tên welêt qebûl nake.

Hûngarya ji penaxwazan daxwaz dike, berîya werin nava welêt divê ji balyozxaneyeke welatekî ku ne endamê Yekîtîya Ewrûpayê ye, serî li mafê penaberîyê bidin.

Loma jî hejmara kesên mafên penaberîyê ji vî welatî digirin pir kêm e.

Di 2023an de bi tenê mafê penaberîyê ya 30 kesan ji alîyê Hûngaryayê ve hat naskirin.

….………………………………………………

Foto: Komeke penaberên li ser sînorê Hûngaryayê hatine sekinandin/X.com

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump ji bo Ukraynayê bi Putin re axivî

A.Rahman Çelîk Trump ji bo aştiya Rûsya û Ûkraynayê zend û bendan badide. Serokê Amerîkayê …