infowelat.com

Entegrasyona bi riya veqetînê: Katalonya û Skotland

Neteweperestî êdî ne wekî berê ye. Cihêxwazên modern nîşan didin ku civakên nû yên polîtîk li derveyê etnîsîteyê, li ser prensîbên din bên damezrandin. Îro faktorekî balkêş ê tevgerên herî mezin ên îro ên li Ewropayê, di warê vekirîbûna wan a li hember cîhana li dora wan e. Dema katalan …

Bêtir »

Kurdên Tirkiyeyê hêviya azadiya ziman dikin

Ji bo kêmara kurdên Tirkiyeyê, naskirina fermî ya zimanê wan mijareke kilît e. Dema ku hikumet di vê riyê de hin gavan daveje, gelek kes îdîa dikin ku reform bi tenê sembolîk in. Bi silava “Roj baş” a bi kurdî dersa kurdî ya li komeleya Kurdî-Derê ya li Diyarbekir ku …

Bêtir »

Dîrok ne paşeroj e

Dîrok ne paşeroj e gotinên heval Borja Romero ye ku di pêşkêşkirina rûniştina li ser projeya destûra bingehîn a Andalusiayê ya Tebaxa 1883’an de hatiye kirin. Ev bername, di çarçoveya çalakiyên bîranîna Blas Infante yên li Sevîllayê hat lidarxistin. Romero di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Dîrok di nava …

Bêtir »

Li Bangkongê konferansa ziman û perwerdeyê

4’emîn Konferansa Ziman û Perwerdeyê ya navneteweyî li ser perwerdeya pirzimanî ya ji bo Asya û Pasîfîkê di navbera 6-8 mehê de li paytexta Tayland Bangkongê tê lidarxistin. Di konferansê de ji seranserê cîhanê bi dehan zimanzan û lêkolîner wê teblîxên li ser mijarên cûrbecûr pêşkêş bikin. Mijara sereke ya …

Bêtir »

Li Navarrayê festîwala dibistanên Îkastola hat lidarxistin

Herêma Xweser a Navarrayê di 20’ê Cotmehê de pîrozbahiya salane ya bi navê Nafarroa Oinez ku ji bo destekirina dibistanên ku bi baskî perwerde lê tê kirin, li dar xist. Festîwala Nafarroa Oinez ji bo fêrkirin û hînbûna zimanî baskî û pêşxistina mercên navendên perwerde lê tê kirin ,tê lidarxistin. …

Bêtir »

Li Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Baxlerê perwerdeya kurdî dest pê kir. Di dema nû ya perwerdeyê de 700 zarokên ku temênê wan di navbera 9 û 14’an de bûn, serî lê dan. Kurdî di sazîyê de dersa bingehîn e û jê pê ve dersên wekî tirkî, cografya û matematîk jî tên dayîn. Heta niha 5,000 kesên ku perwerdeya li saziyê qedandine, perwerdeya kurdî jî wergirtine.

 

Bêtir »

Li Şîliyê rêzeçalakiyên xebatkarên şaredariyan

Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê xebatkarên şaredariyan ji bo başkirina mercên xebatê û zêdekirina meaşên xwe dest bi greve kirin. Sendîkaya xebatkarên şaredariyan piştî bersiva neyênî ya hikumetê, biryara radîkalkirina çalakiyan da. Çalakiyên ku ket hefteya xwe ya sêyemîn, bi armanca zêdekirina meaşên xebatkaran û malnişanan û başkirina mercên xebatê …

Bêtir »

Rêxistinên mafên mirovan Îranê şermezar kirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî darvekirina girtiyên kurd û yên belûc ji aliyê rejîma Îranê şermezar kir û ragihand ku kuştinên vê dawiyê tirsa darvekirina Zanyar Mûradî û Lokman Mûradî jî aniye rojevê. Cîgirê Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê HassîbaHac Sahraoi, di daxuyaniya xwe ya di 28’ê …

Bêtir »

Li Îtalyayê xweserîparêz ji hikumetê nerazîne

Senatorê herêma xweser a Newala Aostayê  ya li bakurê Îtalyayê Albert Laniece hewldanên demên dawî yên li hember herêmên xweser ên xwedî statuya taybet rexne kir. Laniece’yê ji Yekitiya Aostayê (UV) got ku di demên dawî de ji aliyê hin partiyên neteweyî pêşniyazên tengkirina xweseriya van herêman hatine kirin. Senatorê …

Bêtir »

Wîlayeta Nînowayê ji bo serxwebûna enerjiyê gavekê avêt

Wîlayeta Iraqê Nînowa ku cîranê Kurdistanê ye, dest bi hevdîtinên bi şîrketê petrolê kir. Nînowa di heman demê de ji bo hêsankirina xebata şîrketên petrolê ya ser erdê xwe, çarçoveyeke hiqûqî jî amade dike. Waliyê Nînowayê Athîl Nucaîfî da xuyakirin ku hikumeta Bexdayê bi giranî li ser qadên petrolê yên …

Bêtir »

Pêşniyaza damezrandina Polînezyaya Federal

Partiya herî mezin a serxwebûnxwaz a li Polînezyayê Tavini Huiraatira pêşniyaz kir ku eger vî welatî bibe serbixwe bila sîstema wê ya siyasî federal be. Van dîtinan ji aliyê serokê partiyê ve di kongreya partiyê ku rojên 18 û 19’yê Cotmehê hat lidarxistin de hat îfadekirin. Serokê partiya serxwebûnxwaz a …

Bêtir »

Quebecê careke din mafê diyarkirina qederê bi bîr anî

Parlamentoya Neteweyî ya Qubecê bi pêşniyaznameyekê ji hikumeta Kanadayê xwest ku rêzê ji mafê diyarkirina qederê ya vî welatê ku piranî fransewî lê tê axaftin, bigire. Pêşniyaznameya ku di 22’yê Cotmehê de di Parlamentoyê de dengdayina wê hat kirin, bi dengên hemû parlementerên Quebecê yên ji hemû partiyan hat qebûlkirin. …

Bêtir »

Dema parvekirina Kerkûkê ya li du parçeyan hat

Hefteya borî Malîkî fermandarê hêzên xwe yên leşkerî Alî Ghedan şand qada leşkerî K11 a li Hawîceya Kerkûkê ku dibin kontrola Tûgaya 21’emîn a Iraqê de ye. Ghedan li wir tevlî fermandarê hêzên Dîcleyê bi endamên eşîrên ereban re civîn li dar xist û paşê Malîkî bi civîneke medyayê carekê …

Bêtir »

Protestoyên li hember Qanûna Wert a hikumeta spanyol. Qanûna nû ku wê di 2014-2015’an de bê tetbîqkirin, bêyî beşdariya aktîf a welatiyan û herêmên xweser ên Spanyayê, di modela perwerdeyê de guherîneke mezin çêdike. Bi vê modelê, garantiya ji bo perwerdeya xwedî qelîteyek bilind, sosyal û demokratîk ji holê tê rakirin. Modela nû, modela perwerdeya ziman a li hin herêmên xweser ku 30 sal in tê meşandin jî diguherîne û li van herêman saetên dersa spanyolî zêde dike.

Bêtir »

1,600 kes beşdarê bernameya axaftina bi baskî bûn

Li herêma Baskê ya li Spanyayê 1,600 mirov beşdarê bernameya duyemîn a Berbaguneayê ya li Bilbaoyê bûn. Ev çalakî bi armanca beşdar bi zimanê baskî bi hev re biaxivin û nîqaşan bimeşînincara ewilî sala borî hat lidarxistin. Bername ji aliyê Şaredariya Bilbaoyê û Meclîsa Wîlayetê ya Bizkaiyayê (Diputacion Foral de …

Bêtir »

Çawa girtina general Pinochet wateya edaletê guherand

Serokê kevn ê Şîliyê Augusto Pinochet, bi kiryarekê ku edaleta navneteweyî heta bêdawîtiyê guherand, di 16 Çîriya Pêşîn a 1998’an de li Londonê hat girtin. 15 sal piştî vê, her du lîstikvanên herî girîng ê vê çîrokê –parêzerê spanyol Joan Garces û lêkolînerê kevn ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya …

Bêtir »

Di bîranîna Şerê Leipzigê yê 1813’yan ê di navbera artêşa Napolyon û hêzên ewrûpî de 6000 kes rol girtin. Di vî şerê mezin de hejmara hêzên Napolyon 185,000 û yên îtîfaka hêzên ewrûpî yên wekî Rûsya, Prûsya, Awistirya û Swêd 320,000 bû. Artêşa Napolyon di vî şerî de têk çû û saleke şûn de hêzên ewrûpî bi êrîşeke dawî rejîma Napolyon hilweşandin.

Bêtir »

Li Yemena Başûr xwepêşandana ji bo serxwebûnê

Bi dehezaran welatiyên Başûrê Yemenê bi daxwaza serxwebûnê di 12’ê Çiriya Pêşîn de li paytext Adenê meşiyan. Ji ber ku Başûrê Yemenê di 1967’an de di vê rojê de ji kolonyalîzma Brîtanya rizgar bûbû, roj di dîroka başûr de xwedî ciyekî taybet e. Ji aliyê beşdariya berfireh, vê meşê bû …

Bêtir »

Li Etiyopyayê gundekî komunal

Li Etiyopyayê ku welatekî  oldar û xwedî kevneşopiyeke xurt a çandî ye, gundekî ku jin cot dikin û mêr dirûnê dikin bûye modeleke ji bo pêşketin û kêmkirina xizaniyê. Awra Amhaya li bakûrê welat ku gundekî biçûk e û bi tenê 500 mirov lê dijîn, bi vî aliyê xwe balê …

Bêtir »

Kurtefîlma Adnan Osman “Antênna ”

    Derhêner Adnan Osman ku ji Kurdên Başûr e, bi  kurtefîlma xwe ya yekemîn “Antênna”  li “4. Rojen Fîliman a  Diyarbekirê”  derket pêşberî  temaşevanan. Antênna kurtefîlmeke  12 deqîqe  ye. Fîlm li Başûr hatiye kişandin û piştgiriya “Wezareta Rewşenbîri û Ciwanan” ya hikumeta heremê jî girtiye. Di sînemaya kurdan da …

Bêtir »