Kampanyaya ji bo Dersa Kurdî berdewam dike

Kampanyaya ji bo Dersa Kurdî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dike.

Serîlêdanên ku di 30ê kanûna paşîn de dest pê kir, di 12ê sibatê de bi dawî dibin.

Aktîvîstên Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) û Komeleya HezKurdê ji bo serîlêdanan kampanyayê dimeşînin.

Kampanyaya ji bo Dersa Kurdî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin.

Serîlêdanên ku di 30ê kanûna paşîn de dest pê kir, di 12ê sibatê de bi dawî dibin.

Aktîvîstên Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji bo hejmara serîlêdanan zêde bibin, li hin navendên Kurdistanê kampanyayê dimeşînin.

Di kampanyayê de belavok tên belavkirin û derbarê Dersa Kurdî de civak tê agahdarkirin.

Komeleya HezKurdê jî bi riya bernameyên medyaya sosyal tevlî kampanyayê dersê dibe.

Postereka bi kurmancî ku ji bo Dersa Kurdî hatiye amadekirin. /Medyaya Sosyal

Serokê komeleyê Suphi Ozgen bi daxuyanî û axaftinên xwe pêşengiyê ji kampanyaya ji bo Dersa Kurdî dike.

Baroyên li Kurdistanê jî îsal bi biryareke hevpar destekê didin serîlêdanên ji bo Dersa Kurdî.

Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê (Kurdistanê) çend roj berê li ser mijarê daxuyaniyekê weşand.

Bi daxuyaniyê bang li dêûbavan hate kirin, ji bo zarokên xwe Dersa Kurdî hilbijêrin.

Daxuyanî li ser baroyên Agirî, Batman, Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê hat weşandin.

Boykota li hember kurdî

Reforma Dersa Kurdî, di 2012’an de di çarçoveya muzakereyên bi endamtiya Yekitiya Ewrûpayê re ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qebûlkirin.

Mixabin siyaseta bakur tevlî sendîkaya Egitim-Senê, belediye û gelek saziyên din Dersa Kurdî boykot kirin. Boykot bi kêrî dewletê hat û di sala ewil de encax 20,000 zarok Dersa Kurdî hilbijartin.

Reforma Dersa Kurdî, di 2012’an de di çarçoveya muzakereyên bi endamtiya Yekitiya Ewrûpayê re ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qebûlkirin. Bi vê gavê, mafê dersa hilbijarî ya kurmancî û zazakî di dibistanên navîn de hatibû naskirin.

Li ser daxwaza dêûbavan li  dibistanên li Kurdistan û Tirkiyeyê zarok dikarin hefteyê du saetan perwerdeya kurdîbibin.

Mixabin siyaseta bakur tevlî sendîkaya Egitim-Senê, belediye û gelek saziyên din Dersa Kurdî boykot kirin. Boykot bi kêrî dewletê hat û di sala ewil de encax 20,000 zarok Dersa Kurdî hilbijartin.

Bi taybetî, şaxa Egitim-Senê ya Amedê ev 10 sal in destekê nada hilbijartina Dersa Kurdî ji aliyê dêûbavan.

Egitim-Sen Amed du 4ê sibatê de bi daxuyaniyekê bang li malbatan kir, “li gorî daxwaz û behreyên zarokan dersên hilbijarî bên tercîhkirin.”

Infowelat

——————————-

Foto: Postereka bi zazakî ku ji bo Dersa Kurdî hatiye amadekirin. /Medyaya Sosyal

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …