Aktîvîstên baskî daxwaza wekhevîya ziman kirin

Bi hezaran kes bi armanca parastina zimanê baskî li bajarê Bilbaoyê kom bûn. Di çalakîyê de daxwaza rêzgirtina wekhevîya ziman a di sazîyên fermî de hat kirin. Çalakî ji alîyê sendîkayên Welatê Baskê hat lidarxistin.  

Xwepêşandaneke mezin a ji bo parastin û normalkirina bikaranîna baskî di 9ê gulanê de li Bilbaoyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî çalakîyê bû ku pêşengîya wê ji alîyê sendîkayên ELA, LAB û Steilas e hat kirin.

Lîderê sendîkayan û aktîvîstên ziman di çalakîyê de de balê kişandin ser rewşa bikaranîna zimanê baskî. Hat ragihandin, tevî baskî ligel îspanyolî zimanê fermî yê Welatê Baskê ye, welatî di warê bikaranîna baskî di sazîyên fermî de bi dijwarîyan re rû bi rû tên. Ji rêveberîyê hat daxwazkirin, wekhevîya zimanan di her astê de têxe merîyetê.

Nûnerên sendîkayan di warê parastina zimanê baskî de hişyarîyekê jî dan û dîyar kirin ku prosesa vejîna ziman gihîştîye qonaxeke krîtîk. Nûneran dan zanîn, di vê qonaxê de garantîyên mezin ên hiqûqî pêwîst in da ku welatî bikaribin bi zimanê baskî hemû xizmetên sazîyên fermî werbigirin. Sendîkayên Welatê Baskê di heman demê de banga zêdekirina fonên ji bo ziman û hîndekarîya ziman a karkerên ku nikarin bi baskî biaxivin kirin.

Di dawîya çalakîyê de çalakvanan ji bo parastina ziman stranên baskî yên li ser yekitî û berwedanê gotin.

Zimanê baskî

Baskî zimanekî jîndare ku li zimanê Herêma Otonom a Baskê ye. Ev herêm parçeya herî mezin a Welatê Baskê ye û nifûsa wê 2,2 mîlyonî ye. Ji % 36ê vê nifûsê anku 680,000 kes bi zimanê baskî diaxivin.

Di 1991’an de 24 ji % civakê, yanî li derdora 400,000 kes bi baskî diaxivîn. Ev jî tê vê wateyê, di 30 salên dawî de 261,000 kes fêrî zimanê baskî bûne Ev yek wekî serfirazîya têkoşîna parastina zimanê baskî tê qebûlkirin.

Tevî vê serfirazîyê jî parazvanên baskî ji ber polîtîkayên serdestkirina îspanyolî ya di qada rêveberî û dadgehan de bi fikar in. Aktîvîstên ziman dewletê û astengkirina proseya normalkirina baskî sûcdar dikin. Li aliyekî din jî heman aktîvîst hewldanên rêveberîya otonom ên ji bo parastina baskî têr nabînin.

Foto: Meşa ji bo ziman a li bajarê Bilbaoyê/X 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Çawa artêşa gerîla kolonyalîzmê têk bir?

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …