”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê qabûl nake. Min wa tişta pê re got. Wî got, ‘Esla go ez qebûl nakim’.
Mehmet Ocalan di bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê de ku di 12ê tîrmehê de hat weşandin, li ser hevdîtina xwe ya li gel birayê xwe Abdullah Ocalan peyivî.
7ê tîrmehê Mehmet Ocalan ji bo Abdullah Ocalan bibîne, çûbû girava Îmraliyê.
Li gorî axaftina Mehmet Ocalan, rojek berî hevdîtinê li Hîlvanê bûye mêvanê malbeteke kurd û dîtîye ku dê û bav tev de bi zarokên malê re bi tirkî dipeyivin.
Ev rewş jê re pirnexweş û giran hatîye ku heta meseleya ziman bîrîye cem birayê xwe yê mezin Abdullah Ocalan.
Mehmet Ocalan tevî ku diviya bû li bernamayê Medya Haber TVyê de bi tirkî bipeyive, wî tercîh kir bi kurdî bipeyive.
Wî wiha behsa hevdîtina xwe yê bi Abdullah Ocalan re kir ku piranî li ser rewşa zimanê kurdî bû:
”Em danê êvarê diçûn balafirgehê. Teyara me reviya [Dixwaze bêje ’em jê man’]. Em wextê re negihîştinê. Şoforê me, ereba ku me dibir wir, ji Hîlvanê bû. Em çûne Hîlvanê malekê, insan lê pir bûn. Îna bike du saeta li vê malê bûm, min çav xwe re kir ki [ku], maleke demokrat bû jî, bedel jî dabûn, zarokên wan ên çilrokî jî kalê wan jî [di nav de] kelîmekî bi Kurdî nepeyivin. Wa pir giraniya min hat. E [ez] texmîn dikim, heger li Hîlwanê wa tişta hebe di malên Kurda de û tevayî Kurda li qarşî sîstemê dibêjin em mucadele didin, li îçê malên xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivine. Min waya [ew] dît, pir giraniya min hat. [Lewma jî] gundema me [rojeva me} li Îmralî adasiyê [girava Îmraliyê] li ser vê meşiya”.

‘Sond xwarine ku bi kurdî nepeyivin’
Her wiha Mehmet Ocalan li xebatkarên Medya TVyê jî di nav de siyasetvan û aktîvîstên kurdan rexne kirin ku di mesela kurdî de xemsar in û wiha pê de çû:
”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê qabûl nake. Min wa tişta pê re got. Wî got, ‘Esla go ez qebûl nakim’. Go ‘Heger zarên kurdan bi kurdî nizanine, kurd bi hev re bi kurdî napeyivine, wa tiştekî pir xeter e, û neyê qebûlkirin’. Wa gotinên Serok e, ez dibêjime. Îna bike, qebûl nekir, pir tepkîlî [aciz] bû. Eleştîriyê [rexneya] tewre mezin ji min re bû. Sîstem dibêje, ez ê te ji ortê rakim e, ên ku ji ortê rake ziman û kulturê te ye. Te wa qedand, jixwe tu qediyayî. Tiştekî tu bikî tune ye. Ez diherim malê kurdan, giraniya kurdan civînên xwe çêdikin, serokên kurdan, hereketa kurdî qey tu dibê sond xwarine, ji [bi] dewletê re sozleşme [peyman] çekirine, gotiye em kurdî napeyivin. Em ê her tiştê xwe bi tirkî bikine. Serok tepkiyên [reaksiyon] pir mezin da. Belkî mijara me tewra mezin ziman û kultur bû’.Min gundem [rojev] kir viya, belkî gundema me jî ne wa bû, me kire wa. Mesaja Serok tewra mezin, got ‘Eger miletek kultur û zimanê xwe xwedî nekî, gotinên wan ne rast e”
Infowelat
————————————–
Foto: Mehmet Ocalan