Mezlûm Ebdî: Em ê herêmên kurdan biparêzin

Mazlûm Ebdî di bernameyeke televîzyonê de  parastina herêmên kurdan ên li Rojava wekî “xeta sor” pênase kir.

Mazlûm Ebdî di bernameya Ronahî TVyê de derbarê rewşa dawî ya Rojava de axivî. Ebdî, parastina herêmên kurdan ên li Rojava wekî “xeta sor” pênase kir. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) van gotinan di 25ê kanûna paşîn de di  Bernameya Taybet a televizyonê de kirin.

Ebdî got,  agirbesta 15 rojan a ket merîyetê bi navbeynkarîya Amerîka û hêzên navneteweyî hatîye ragihandin. Ebdî da zanîn, detayên agirbestê û gavên wê piştî vê agirbestê bên avêtin hîn jî tên nîqaşkirin.

Mazlûm da zanîn, ew wekî HSDê bi peymana entegrasyonê ya 18yê kanûna paşîn dipejirînin û wan di çarçoveya vê peymanê de pêşnîyazên ji bo parvekirina postên di hikumeta navendî de pêşnîyaz kirine.

Hin encamên ji axaftina Mezlûm Ebdî derket dikare wiha bên kurtkirin:

  • Serokomarê Fransayê rasterast di nava proseya dîtina çareserîyê ji bo Rojava de ye
  • Divê artêşa Sûrîyeyê derbasî herêmên kurdan nebe.
  • Alîkarê wezîrê parastinê û Parêzgerîya Hesekê wê kurd bin.
  • Eger şer li ser kurdan bê ferzkirin wê kurd heta dawîyê di ber xwe bidin
  • Kobanê di careke din wê bibe navenda bî şerî û wê dagirkeran têk bibe
  • Koçberên Efrîn, Serêkanîyê û Girê Spî divê vegerin cîûwarê xwe
  • Şovenîzna ereb li herêmên ereb ên di destên HSDê de hat gurkirin û ev jî bû sebeba esasî ya vekişîna ji Reqa û Dêrazorê

Foto: Mezlûm Ebdî/Ronahi TV 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Erdogan û Mitsotakis peymaneke hevkariyê îmze kirin

Tirkiye û Yûnanistanê li paytexta Tirkiyê Enqereyê Konseya Hevkariyê ya Asta Bilind li dar xistin. …