Bruksel û New Delhî li ser peymana bazirganîyê li hev kirin. Yekitîya Ewrûpayê û Hindistan nêzîkî 20 salan muzakereyên vê peymanê dimeşandin.
Polîtîkaya zextan a rêveberîya Trump Hindistan û Yekitîya Ewrûpayê nêzîkî hev kir. Bruksel û New Delhî li ser peymana bazirganîyê li hev kirin. Bi vê peymanê wê herdu alî derîyên bazarên xwe ji hev re vekin.
Di roja ragihandina lihevkina peymanê de seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û serokê Konseya Ewrûpayê Antonio Costa li Hindistanê bûn. Herdu lîder tevlî serokwezîrê Hindistanê Antonio Costa xebera lihevkirinê ragihandin cîhanê.
Modi di daxuyanîya ji bo çapemenîyê de got, “duh peymaneke giring di navbera Yekitîya Ewrûpa û Hindistanê de hat îmzekirin.”
Modî gotinên xwewiha berdewam kir:
“Mirovên li seranserê cîhanê vê wekî dayîka hemû peymanan pênase dikin. Wê ev peyman firsendên mezin pêşkêşî 1.4 milyar gelê Hindistanê û bi milyonan mirovên Ewrûpayê bike.”
Yekitîya Ewrûpayê û Hindistan nêzîjî 20 salan muzakereyên vê peymanê dimeşandin. Di çarçoveya peymanê de wê herdu alî bi baceke gumrigê ya kêm bikaribin berheman bifirolin bazarên hev. Bi taybetî, peyman wê pêşî li sektora otomobîlan a Yekitîya Ewrûpayê veke ku rastî tarîfeyên giran ên Amerîkayê hatibû.
Bazirganîya di navbera Hindistan û Yekitîya Ewrûpayê de di 2025an de 136.5 milyar dolar bû. Çav li rêye piştî peymanê hecma bazirganîya di navbera her du alîyan de wê zêde bibe.
Peymana bazirganîyê ji bo bibe fermî divê ji alîyê Parlamentoya Hindistanê ve jî bê qebûlkirin. Ev ê jî bi qasî 5-6 meh bidome. Tê ragihandin, peyman wê di navbera salekê de têkeve merîyetê.
Infowelat
Photo: Hevdîtina Ursula von der Leyen û Narendra Modi
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat