Fikara Fransayê astengkirina qirkirina kurdan e

Fabrice Balance:  Federasyona ereb-kurd fantezîyek bû. Ji ber ku ereban tu carî vê vizyona polîtîk nepejirandine, federasyona kurd û ereban xeyal bû. Ereban tenê dixwestin tolê hilînin.

Lêkolînerê fransî Fabrice Balance li ser rewşa dawî ya Rojava gotarekê nivîsand. Gotara Balance a bi sernavê “Kurdên Sûrîyeyê yên hatin terkirin” balê dikişîne ser dorpêçkirina kurdan û sozên vala yên Fransa ku bi mebesta destekê bide kurdan dide.

Balanceê ku pisporîya wî cografyaya polîtîk e û piranî li ser Rojhilata Navîn lêkolînan dike, di nivîsê de daxuyanîya Fransayê ya li ser meseleya Rojava wiha dinirxîne:

Fabrice Balance/Foto: Malpera F.Balance

Bi gotineke din, Fransa destekê dide vîzyona hilweşandina hemû otonomî û azadîyê di lehê komareke îslamî ya navendîparêz a di bin kulmeke jidandî de. Tevî vê, fikara wê ya sereke, astengkirina qirkirineke wekî karesatê ya kurdan e ya wekî alewî û durzîyan di 2025an de rû bi rû man.

Lêkolîner vê sekna Fransayê bi du hevokên ku ji pirtûka xwe ya li ser Sûrîyeyê nivîsandî ye dide:

“Fransa heman şaşîyên bi Beşar Esadê ku zemanekî wekî reformîstekî qenc pênase dikir, bi El-Şara re jî dike. Wisa xuya dike ku welêt ji krîza Sûrîyeyê tiştekî fêr nebûye.”

Fabrice Balance di bin-sernivîsa xwe ya “Fransa sekna Dewletên Yekbûyî parve dike” de wiha cî dide durûtîya polîtîkaya Fransayê:

“’Em ê terka kurdan nekin’” lê Fransa ji bo parastina wan derfetên pêwîst naşîne herêmê. Ev yek bi çalakîyên Fransayê yên 1991an re di nava nakoyî de ne. Balafirên Fransayê wê demê nehiştibên Sedam Huseyîn jenosîdekê pêk bîne.

Balance di gotarê de li ser şovenîzma ereb jî sekinî ye û vê wekî sebebeke têkçûna hevkarîya di navbera her du alîyan de nîşan daye. Balance di bin sernivîsa Hilweşîna “Federasyona Ereb-Kurd” de vê tesbîtê kirîye:

Bi rastî, nîjadperestîya dij-kurd bi rengekî kûr di mentalîteya kolektîf a Sûrîyeyê de heye û ev yek dema ku partîya li ser kar a kurd PYDê ku baskekî PKKê ye hewl da prensîbên laîk û rizgarîya jinê li herêmê ferz bike, kûr bû. Lê nifûsa ereb a li bakurêrojhilatê welêt di mijarên ehlaq û dîn de pir mihefezakar in.

Balance di berdewamîya vê de dibêje “ federasyona ereb-kurd fantezîyek bû. Ji ber ku Ereban tu carî vê vizyona polîtîk nepejirandine, federasyona kurd û ereban xeyal bû. Ereban tenê dixwestin tolê hilînin.

Infowelat

Foto:

Otonomiya Kurdan di xetereyê de ye

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Mezlûm Ebdî: Em ê herêmên kurdan biparêzin

Mazlûm Ebdî di bernameyeke televîzyonê de  parastina herêmên kurdan ên li Rojava wekî “xeta sor” …