Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo ji Washingtonê daxwaz kir ku di navbera Rojava û rejîma Şamê de herêmeke tampon were avakirin.
Mike Pompeo hişyarîyên xwe yên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê didomîne. Pompeo vê carê jî ji Washingtonê daxwaz kir ku di navbera Rojava û rejîma Şamê de herêmeke tampon were avakirin.
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo dîtinên xwe di gotara xwe yadi rojnameya The Washington Postê de nivîsand. Pompeo di gotarê de careke din dûbare kir ku terikandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê bibe sedema vejîna DAIŞê.
Pompeo diyar kir ku ew ji vekişîna HSDyê ya ji herêmên wekî Dêrezor û Reqayê bi fikar e û bi vekişîna ku li ser HSDê hatîye ferzkirin li herêmê valahîyeke ewlehîyê derketîye holê.
Sîyesetmedarê amerîkî di gotarê de wiha rexne li pozîsyona dawî ya hikumeta amerîkî kirin:
Washington ne tenê vedikişe, di heman demê de pişta xwe dide sozên ku dane hevpeymanên xwe û qedera herêmê ji hikûmeteke Sûriyeyê re dihêle ku hîn kamilbûna xwe ispat nekiriye.”
Pompeo betalkirina cezayên li ser rêveberîya demkî ya Sûriyeyê wekî “şaşî”yê bi nav kir û got, kapasîteya rêvebiriya Şamê ya parastina komên etnîk û dînî tune ye.
Mike Pompeo rewşa dawî ya bi vekişîna Amerîka ya sala 2011an a ji Iraqê da ber hev û vê hişyarîyê kir:
“Bila em ji bîr nekin ka DAIŞ çawa derket holê, ev bi vekişîna Amerîkayê û hejandina baweriyê çêbû. Biryara vekişînê ya Obama valahiyek çêkir ku DAIŞê ew tije kir û rêxistinê sêyeka Sûriyeyê û ji % 40ê Iraqê dagir kir. Heman şaşî niha li Sûriyeyê dubare dibe.”
Plana çalakiyê ya 3 xalî
Mike Pompeo di dawiya nivîsa xwe de 3 pêşniyazan pêşkêşî hikumeta Trump kirin:
- Bi piştgiriya sînordar a leşkerî ya Amerîkayê, di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de herêmeke tampon were avakirin.
- Cezayên giran ên li ser sektora petrolê, saziyên darayî û serkirdeyên milîsan ên Sûriyeyê bilez werin çalakirin.
- Ji bo peymaneke ewlehiyê ya ku pêşiyê li rûxîna Sûriyeyê ya ji hundir ve bigire û hemû aliyantevlî rêveberîyê bike, zexta dîplomatîk were kirin.
Infowelat
Foto: Mike Pompeo di dema daxuyanîyeke çapemenîyê de
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat