Rojnameya Îsraîlê The Jeruesalem Postê bi Tifaqa Kurd-Cihû ya Swîsreyê re hevpeyvînekê kir. Endamên desteya vê rêxistinê balê kişandin ser giringîya têkoşîna li hemberî îslama radîkal parastina kurdan.
Rêxistinên kurdan ên li Swîsreyê nameyekê ji sefîrê Îsraîlê yê Swîsreyê Tibor Schlosser û serokê Îsraîlê Isac Herzog re nameyekê şandin. Di nameyê de ji Îsraîlê hat daxwazkirin bi awayekî lezgîn destekê bide Rojavayê Kurdistanê. Yek ji van rêxistinan Tifaqa Kurd-Cihû ya Swîsreyê bû. Piştî nameyê rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Postê bi hin endamên desteya rêvebir a vê rêxistinê re hevdîtinekê kir.
Endamên desteya rêvebir a Tifaqa Kurd-Cihû ya Swîsreyê ragihandine, têkoşîna Îsraîlê ya bi “îdeolojîyên tarî yên wekî Hamasê” di nava kurdan de hêvîya parastina komên ji alîyê hêzên radîkal ên îslamî tên tehdîtkirin, hêvîyê zêde dike.
Dîtina ku ewlehîya Îsraîlê û ya kurdan bi hev girêdayî ye di hevpeyvînê de wiha cî girtîye: “Hêzên herêmî divê fam bikin ku êrişî li ser kurdan xeta sor a Îsraîlê ye. Îsraîl bi tenê bi rêya bi zelalî nîşandana vê rastîyê dikare pêşî li îslamîstan bigire da ku nikaribin zêdetir herêmê bêîstiqrar bikin.”
Endamên desteya rêvebir balê kişandine encamên li Ewrûpa ya alozîya li Sûrîyeyê derdikeve holê û bûyera li Antwerpenê mînan nîşan dan. Hat dîyarkirin, di çalakîyeke protestoyî ya ji bo Rojava li Antwerpenê rastî êrişê hatîye û 6 kes hatine birîndarkirin.
Rebecca Laes-Kushner ku endamê desteyê ye, ji rojnameyê re qala hewldana êrişa li hemberî çalakîya Bernê ya Tifaqa Kurd-Cihû ya Swîsreyê kirîye. Laes-Kushner gotîye, 3 îslamîstên ji Somalîyê ji bo êrişê hatine ciyê çalakîyê.
Endamên desteyê di hevpeyvînê de sekna Ewrûpayê ya di meseleya Sûrîyeyê de jî rexne kirine û gotine, Ewrûpa bi rêya venasîna meşrûîyeta El-Şara vegera penaberên sûrîyeyî tercîhê mafên mirovan û şerê li dijî îslama radîkal kirine. gether,” Savgat said.
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat