Lêkolîna CSICê: Li Ûkraynayê zêdetirî milyonekî leşkerên Rûsyayê mirin an birîndar bûn lê tevî vê jî Rûsya encax dikare ji % 12yê erdên vî welatî dagir bike.
Lêkolîneke balkêş nîşan dide, di şerê Ûkraynayê de 1.2 milyon leşkerên Rûsyayê û di navbera 500-600 hezar leşkerên Ûkraynayê hatine kuştin, birîndar bûn e an winda bûn e. Ev lêkolîna encamên wekî karesatê li ber çavan radixe, ji alîyê Navenda Xebatên Strarejîk û Navneteweyî (CSIC) ve hat weşandin.
Li gorî lêkolînê, tevlî windahîyên giran jî Rûsya encax dikare ji % 12yê erdên Ûkraynayê kontrok bike. Loma jî Rûsya li Ûkraynayê serfiraz nayê qebûlkirin. Sebeba vê yekê di lêkolînê de bi stratejîya parastinê ya Ûkraynayê ve tê girêdan.
Stratejîya Ûkraynayê wekî stratejîya “parastina kûr” hatîye pênasekirin ku ev jî van tedbîran pêk tê: xendek, astengîyên antî-tank, mayin û bikaranîna dron û topan.
Lêkolîn windahîyên Rûsyayê û yên Amerîkayê di şerên Vîetnam û Koreyê de dane ber hev. Li gorî vê, di şerê Vîetnamê de 47,000 û di Şerê Koreyê de jî 57,000 leşkerên amerîkî hatine kuştin.
Herwiha, windahîyên Yekitîya Sovyetê yên li Afganistanê jî di lêkolînê de cî girtine. Li gorî vê, di 10 salan de 20,000 leşkerên Sovyetê di şerê li Afganistanê de hatine kuştin.
Hin encamên di lêkolîna CSIC de cî girtien wiha ne:
- Windahîyên Ûkraynayê bi rêjeya 2.5 an e ango Rûsya 2 winda kiribe, Ûkrayna 1 winda kirîye
- Di navbera 325,000 û 275,000 leşkerên Rûsyayê di enîya şer de mirine. Windahîyên Ûkraynayê yên enîyê di navbera 100,000 û 140,000î de ne.
- Di du salên dawî de Rûsya encax karibûye ji % 1.5 erdên Ûkraynayê dagir bike
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat