Lindsey Graham: Terikandina kurdan wekî Bîngazîyê ye

Lindsey Graham: “Dema me gelê xwe li Bîngazîyê terk kir, ez tînim bîra xwe, ez çi qasî nerehet bûm. Ez ê heta roja mirina xwe Hillary Clintonê ji ber vê yekê sûcdar bikim. Ev biryarên dijwar in. Lê bi nêrîna min, terikandina gelê Îranê û kurdên wêrek dê bibe mîna Bîngazîyeke milyon caran mezintir.”

Senatorê Partîya Komarger ê Amerîkayê Lindsey Graham careke din ji bo parastina kurdên li Rojava Donald Trump hişyar kir. Graham di parvekirina xwe ya di Xê de “terikandina kurdên wêrek” ji alîyê Amerîkayê ve bi vekişîna Amerîkayê ji Bîngazîyê re da ber hev.

Lindsey Graham di peyama xwe de wiha bang li serokê Amerîkayê kir:

“Dîrok ji me re dibêje biryara rast ew e ku em li kêleka wan kesên ku bi Amerîkayê re disekinin û ji bo doza me ya hevpar fedakariyê dikin, bisekinin.Her wiha dîrok ji me re dibêje ku nabe tawîz ji xerabiyê re were dayîn, divê xerabî were têkbirin.”

“Kurdên wêrek dostên Amerîkayê ne”

Bîngazî û kurd

Graham êrişa sala 2012an a li Konsulxaneya Amerîkayê ya li bajarê Bînghazî ya Libyayê bi bîr anî û hişyarî da:

“Dema me gelê xwe li Benghaziyê terk kir, ez tînim bîra xwe, ez çi qasî nerehet bûm. Ez ê heta roja mirina xwe Hillary Clintonê ji ber vê yekê sûcdar bikim. Ev biryarên dijwar in. Lê bi nêrîna min, terikandina gelê Îranê û Kurdên wêrek dê bibe mîna Bîngazîyeke milyon caran mezintir.”

Graham di dawîya parvekirina xwe de bi van gotinan jî bawerîya xwe bi polîtîkaya Trump anî:

Ez bawer dikim ku serok Trumpê ku ji bo parastima Amerîkayê karekî muhteşem kirîye wê banga rast bike. Xwedê serok Trump û hemû kesên di bin rêveberîya wî de biparêze.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fikara Fransayê astengkirina qirkirina kurdan e

Fabrice Balance:  Federasyona ereb-kurd fantezîyek bû. Ji ber ku ereban tu carî vê vizyona polîtîk …