Partîyên Swîsreyê ji bo Rojava banga parastinê kirin

Cengîz Demirtaş 

Komîteyeke ji pênc partiyên di Parlamentoya Federal a Swîsreyê de bang li hikumeta welêt kirin ku ji bo parastina kurdên Rojava gav bavêje.

Partiyên Swîsreyê ji bo parastina Rojava ketin nava tevgerê. Komîteyek ji pênc partiyên siyasî pêk tê, bang li Swîsreyê kir ji bo geşedanên dawî yên li Sûrîyeyê gav bavêje. Komîte ji partîyên çepgir û rastgir ên di Parlamentoya Fedeal a Swîsreyê de pêk tê. Partîya lîberal (FDP), Partîya Sosyalîst (SP), Kesk, Partîya Navend (Die Mitte/Le Centre) û Yekitîya Demokratîk a Federal (EDU/UDF) di nava bê komîteyê de ne.

Partîyên navborî duh bi civîneke çapemenîyê bang li hikumeta federal a Swîsreyê kirin. Nûçeya derbarê civîna çapemenîyê ji alîyê televîzyona Swîsreyê SRFê ve hat ragihandin.

Komîteyê di daxuyanîyê de ragihand, Swîsre ji bo parastina kêmarên dinî û etnîk yên li Sûrîyeyê kêm tişt kirin e. Müller-Altermatt ku wekîlê Parlamentoya Federal a Swîsreyê ye di civînê de got,  “Rojava hewceyê piştgiriya siyasî ye. Ji bo tevahiya herêmê pêşveçûnek dîplomatîk hewce ye. Eger bixwaze, Swîsre dikare rolek bilîze.”

Endamê Parlamentoya Federal a Swîsreyê ya ji SPyê Fabian Molina di axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta ewlehiyê û wiha qala rola kurdan li hemberî îslama radîkal kir: “Wan di şerê leşkerî yê li dijî DAIŞê de beşdariyeke mezin kirin û bi hezaran kesan di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dan.”

Endamekî din parlamentoyê Balthasar Glättli ku ji Partîya Kesk e wiha dîtinên partîya xwe îfade kir: “Li Iraq û Bakurê Sûriyeyê, di demên berê de gelek caran îxanet li kurdan hatiye kirin. Îro derfeta me heye ku em beşek nû li vê çîrokê zêde bikin.”

Berî niha, Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kiribû ku Swîsre ji bo hikûmeta demkî bi rêkûpêk di çarçoveya qanûnên navneteweyî de tev bigere, bi wê re di nava têkiliyê de ye.

Foto: Endamên komîteya partîyên swîsrî/SRF

Derbarê Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Demirtaş, di 2017an de Fakulteya Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Mersinê li Tirkiyeyê xelas kir. Herwiha, Demirtaş di sala 2020an de dest bi Fakulteya Ragihandin, Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Firatê kir. Ew di sala 2019an de an de di malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir û di 2020an de bû edîtorê malperê. Demirtaş, di sala 2022an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welêt wekî penaberekî siyasî dijî.

Li vê jî binêre

Fikara Fransayê astengkirina qirkirina kurdan e

Fabrice Balance:  Federasyona ereb-kurd fantezîyek bû. Ji ber ku ereban tu carî vê vizyona polîtîk …