Hejmara 7. a LEWergerê hat weşandin

Hejmara 7. a kovara wergera helbestê LEWergerê hat weşandin.

Îngilizî, almanî, fransî, îspanyolî, swêdî, erebî û farisî çend zimanên wergerên vê hejmarê ne.

Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin û ji 64 rûpelan pêk tê.

Hejmara 7. a kovara wergera helbestê LEWergerê hat weşandin.

Bi vê hejmarê, weşana kovarê nêzîkî 3 salan dibe.

Îngilizî, almanî, fransî, îspanyolî, swêdî, erebî û farisî çend zimanên wergerên vê hejmarê ne.

Yeqîn h., Samî Hêzil, Ciwan Qado, Seyîdxan Kurij, Mizgîn Savci, Alan Hemo û Azad Rêbiwar edîtorîya wergeran kirine.

LEWerger di vê hejmarê de di bergê de hin guherînan kirîye û wê ji hejmara 8. û pê ve di naverokê de jî hin guherînan bike.

Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin û ji 64 rûpelan pêk tê.

Hejmara yekemîn a kovarê di îlona 2022an de hatibû weşandin.

Zimanê kovarê kurmancî ye lê wergerên di her hejmarê de bi zazakî û soranî çend werger tên weşandin.

Infowelat

Hejmara 6. a LEWergerê hat weşandin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî piştgiriya civakî mezin dibe

Bi hezaran kes îro tevlî meşa ku ji aliyê Kontseilua ve li Pamplonayê (Iruñea) hat …