Li Fînlandê rastgir bi ser ketin

Li Fînlandê Partiya Sosyal Demokrat a serokwezîr Sanna Marin di hilbijartinê de têk çû.

Koalîsyona Neteweyî ya rasta navendî, bi wergirtina 20.7 ji % dengan bû partiya yekemîn.

Li welatê Skandînavya Fînlandê encamên hilbijartina giştî partiyên rastgir kêfxweş kir.

Partiya Sosya Demokrat a serokwezîr Sanna Marin di hilbijartinê de têk çû.

Koalîsyona Neteweyî ya rasta navendî, bi wergirtina 20.7 ji % dengan bû partiya yekemîn.

Lewma jî 48 ji 200 kursiyên Parlamentoya Fînlandê bû para vê partiyê.

Partiyeke din a rastgir Perussuomalaiset (Partiya Fînî) 20 ji % dengan wergirt û bû hêza polîtîk a duyemîn.

Partiya Sosyal-Demokrat bi rêjeya dengan a 19.9 ji % encax bû hêza sêyemîn.

Bi vê encamê, berpirsiya avakirina hukumetê bû para Koalîsyona Neteweyî.

Serokê vê partiyê Petteri Orpo diyar kir, ew ê li ser navê partiya xwe dest bi hevdîtinên ji bo avakirina hukumetê bike.

Têkçûna Sanna Marin

Encamên hilbijartina Fînlandê wekî dombûna xurtbûna tevgera rastgir a li Ewrûpayê tê qebûlkirin.

Hilbijartin, dawî li rêvebiriya Sanna Marinê ku li Ewrûpayê yek ji seroka herî naskirî ya çepgir tê qebûlkirin, anî.

Sanna Marin. Serokwezîra populer a Fînlandê di hilbijartinaê de têk çû.

Marina 37 salî seroka herî ciwan a Ewrûpayê bû û hem li welêt hem jî li derveyî welêt lîdereke popûler bû.

Bi taybetî, Marinê bi polîtîkaya xwe ya serfiraz a di dema şewba coronayê de desteka xwe ya civakî berfireh kiribû.

Lê digel vê jî, polîtîkaya aboriyê ya partiya Sosyal-Demokrat rastî reaksiyonan hatibû.

Bawerî ev e, ev yek sebeba esasî ya têkçûna yek ji lîdera populer a çepa Ewrûpayê Sanna Marinê ye.

Berî niha jî li Swêdê partiyên rastgir di hilbijartinên giştî de dawî li hukumeta Sosyal-Demokrat anîbûn.

Herwiha, di hilbijartina Denmarkê de seroka Sosyal-Demokrat Mette Frederiksen bi ferqeke pir biçûk bi ser ketibû.

Lewma jî encamên hilbijartina Fînlandê wekî dombûna xurtbûna tevgera rastgir a li Ewrûpayê tê qebûlkirin.

Marin û NATO

Sanna Marin bi guherîna helwesta raya giştî ya Fînlandê û zextên Amerîkayê dawî li polîtîkaya pasîfîst  a welatê xwe anîbû.

Yek ji nuqteyeke girîng a ji bo rêvebiriya serokwezîra Fînlandê divê bê bibîranîn, pozîsyona wê ya ji bo NATO’yê ye.

Sanna Marin di destpêka şerê Ûkraynayê de li dijî endamtiya NATO’yê helwest nîşan dabû.

Serokwezîra Fînlandê gotibû, ew pêwîstî nabînin bi riya endamtiya NATO’yê navbera xwe bi Moskowê re xera bikin.

Lê paşê Marinê bi guherîna helwesta raya giştî ya Fînlandê û zextên Amerîkayê dawî li polîtîkaya pasîfîst  a welatê xwe anîbû.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …