Li Denmarkê Sosyal-Demokrat bi ser ketin

Di hilbijartina Denmarkê de bloqa çep a di bin rêberiya Partiya Sosyal-Demokrat de bi ser ket.

Partiya ku lîderiya wê serokwezîr Mette Frederiksen dike, 27.5 % dengan bi dest xist.

Bi giştî, her pênc partiyên vê bloqê 87 kursiyên parlemenê bi dest xistin.

Encamên hilbijartinên parlemenê yên Denmarkê zelal bûn.

Bloqa çep a di bin rêberiya Partiya Sosyal-Demokrat di hilbijartinê de bi ser ket.

Partiya ku lîderiya wê serokwezîr Mette Frederiksen dike, 27.5 % dengan bi dest xist.

Bi giştî, her pênc partiyên vê bloqê 87 kursiyên parlemenê bi dest xistin.

Parlemena Denmarkê ji 179 kursiyan pêk tê û ji bo hukumet bê damezrendin.

Bi tevlîbûna çend wekîlên din, wê Frederiksen bikaribe hukumetê damezrîne.

Bloqa rastgir ku wekî “bloqa şîn” tê binavkirin, bû xwediyê 72 kursiyên parlemenê.

Ev bloqa ji partiyên liberal û muhefazakar pêk tê hêvî dikir dawî li rêvebiriya Frederiksen bîne.

Di arîtmetîka piştî hilbijartinê de rola Partiya Moderaterna ku bi tenê 5 meh berê hatibû damezrandin derdikeve pêş.

Ev partiya di bin rêvebiriya serokwezîrê berê Lokke Rasmussen de 9 ji % dengan wergirt.

Mette Frederiksen piştî zelalbûna encaman diyar kir, pêdiviya Denmarkê bi aramiyê heye û lewma jî ew dixwaze hukumeteke hevpar ava bike.

Herwiha serokwezîra Denmarkê da zanîn, ji bo avakirina hukumeta nû ew ê roja çarşemê ji kar îstifa bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …